Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 19 APR 2024 21:56 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: Piştî 48 salan heman eqliyet li Bexdayê berdewam e
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di salvegera Rêkeftina 11ê Adarê de peyamek belav kir û tê de ragihand, niha û piştî derbasbûna 48 salan ji wê îmzakirina wê rêkeftinê, hêj li Bexdayê bi eqliyeta înkarê û perawêzkirinê kar ligel gelê Kurdistanê tê kirin.

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Îro 48 sal bi ser yekem rêkeftin di navbera gelê Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê re derbas dibe, ku di wê rêkeftinê de îtîraf bi beşek ji mafê gelê Kurdistanê hat kirin.

Piştî 48 salan ji jenosîdkirinên ku hatine serê gelê Kurdistanê û derbasbûna qonaxên cuda, ew rêkeftin û hemû rêkeftinên di navbera gelê Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de, di nav de jî destûra Iraqê ya sala 2005ê, hemû ji aliyê Bexdayê ve hatine binpêkirin û piştî dîrokeke pir ji karesat, hêj şikandina şeraket û rêkeftinan berdewam e û hêj ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve eqliyeta înkar û perawêzkirina gelê Kurdistanê berdewam e.”

Sibe 48 sal di ser rêkeftina 11ê Adara 1970 de ya ku di navbera hikûmeta wê demê ya Iraqê û rêberê Şoreşa Îlonê li Başûrê Kurdistanê Mela Mistefa Barzanî de hat îmzekirin, derbas dibe.

Li gor wê rêkeftinê, wek cara yekem Hikûmeta Iraqê li mafên gelê Kurd mikur hat û biryar hat dayîn ku heta sala 1977an û di rêya serhejmariyeke giştî re herêmeke otonomî li Başûrê Kurdistanê bê ragihandin, lê bi mercê ku Kurd di hikûmeta Iraqê de beşdar bibin.

Lê belê ji ber ku Mela Mistefa Barzanî qebûl nekir Başûrê Kurdistanê bêy Kerkûkê bibe herêmeke otonomî, Hikûmeta Iraqê di sala 1974an de ji yek alî de biryara otonomiyê derxist û Kerkûk, Xaneqîn û Şingal ji Başûrê Kurdistanê veqetand.

Hikûmeta Iraqê pîlan û komployên xwe li dijî gelê Kurd nesekinandin û di sala 1975an de Peymana Cezayirê bi Îranê re îmze kir. Li gor wê peymanê Bexda razî bû car din sînorê navbera Iraq û Îranê bê diyarkirin bi mercê ku Tehran piştgiriya şoreşa Kurdan neke.

Bi vî awayî jî rêkeftina 11ê adarê bi dawî hat.

 




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact