Munich-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Şanderê Netewên Yekgirtî yê bo kirîza Sûriyê Staffan de Mistura re hevdîtin pêk anî û derbarê rewşa Efrînê de bi wî re gotûbêj kir.
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya civîn û hevdîtinên xwe de yên li Almanyayê, îro piştî nîvro bi Şanderê Navdewletî yê bo kirîza Sûriyê Staffan de Mistura re civiya.
Civîna navbera Nêçîrvan Barzanî û Staffan De Mistura di sêyemîn roja Konfransa Asayişa Munichê de pêk hat.
Nêçîrvan Barzanî piştî bi dawî hatina civînê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Me li gel de Mistura rewşa bajarê Efrînê gotûbêj kir.”
Nêçîrvan Barzanî got: “Rewşa Efrînê aloz e û pêwendiya gelek aliyan pê heye ji wan jî Amerîka, Tirkiye, Rûsya û Îranê. Îro ligel De Mistura me behsa Efrînê kir û hêviya me ew e, ku çareseriyek ji wê pirsê re bê dîtin, ku miletê Efrînê ziyanê jê nebîne.”