Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 28 MAY 2018 08:25 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Hewlêr ji Fransa re pir girîng e
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian şeva borî gehişte Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, bi vêna jî Fransayê careke din tekez kir ku Hewlêr bo Fransayê girîng e û dixwaze ev paytex bihêz bimîne.

Le Drian, di serdana xwe ya Hewlêrê de ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya. Di civînê de peywendiyên navbera Hewlêr û Parîsê û herwiha Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin.

Derbarê vê serdanê de Konsulê Berê yê Fransayê li Hewlêrê Frederic Tissot ji Rûdawê re got: “Ev serdan gelekî girîng e, ji ber referandûm û êrîşa ser Kerkûkê li bîra min e. Wê demê Serok Macron ligel hikûmeta Iraqê û Kurdistanê axifî û daxwaz ji wan kir ku çareseriyekê bibînin. Li gor destûrê Herêma Kurdistanê herêmeke Iraqê ye û bêguman divê hemû siyasetmedarên Iraqê rêzê li destûrê bigirin.”

Li gor pisporan, serdana Wezîrê Derve yê Fransayê derencama wê yekê ye ku Rojava di wê baweriyê de ye, Hewlêr wate aramî li Iraqê, loma naxwazin li beramber Bexda û Heşda Şabî, Hewlêreke lawaz li navçeyê hebe.

Li ser heman mijarê Mamostayê Zanîngehê Adil Baxewan jî nerînên xwe wiha anîn ziman: “Bi baweriya diplomat û pisporên karûbarên Iraqê, Ewropa bi giştî û Fransa bi taybetî ti çareseriyeke din li ba wan nine ji xeynî normalkirina peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê. Ji ber Bexdaya Heşda Şabî û civaka Sunne hilweşiya ne, bi ti awayekî nikarin garantiya asayîş û aramiyê li Iraqê bidin wek wêya Kurd dikarin bikin û berjewendiyên Ewropayê biparêze.”

Ne cara yekem e ku Jean-Yves Le Drian serdana Hewlêrê bike. Heta niha çendîn carên din hatiye Hewlêrê û di dema şerê dijî DAIŞê de jî hatibû Başûrê Kurdistanê û serdana eniyên şer ên Hêzên Pêşmerge kiribû.

Piştî bidawîbûna şerê DAIŞê, Le Drian ku bi serdanekê li Hewlêrê bû, ragihandibû ku ew hem di dema şer û hem jî di dema aştiyê de piştgiriya Herêma Kurdistanê dikin.

Hevdem Fransa û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi xwe di şikandina ambargoya dîplomatîk a ser Hewlêrê de rolekî girîng dîtin. Piştî ferzkirina ambargoyê yekem hevdîtina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ligel berpirsên derve, li Koşka Serokatiyê ya Fransayê ligel Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bû.

Rûdaw




Nûçeyên din

PDK dixwaze hemû aliyên Kurdistanî bi yekgirtî biçin Bexdayê

SUNDAY, 27 MAY 2018 20:05:51

Hewlêr-KDP.info- Endamê Encumena Serkirdatiya PDKê Dr. Aras Heso dibêje, piştî ku şanda PDKê ji Bexdayê vegeriya biryar e vê hefteyê ligek YNKê bicive, ji bo ku pêkve ligel aliyên Iraqî gotûbêjan bikin derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, herwiha PDK dixwaze hemû aliyên Kurdistanî bi yekgirtî biçin Bexdayê.

 
Serok Barzanî: Şoreşa Gulanê piştrast kir ku îradeya gelê Kurdistanê qet naşke

SATURDAY, 26 MAY 2018 16:05:59

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî peyamek belav kir û ragihand, Şoreşa Gulanê piştrast kir ku îradeya gelê Kurdistanê ya têkoşan û xebatê qet naşke.

 
Alîkariyên Amerîka bo Hêzên Pêşmerge sala bê jî dê berdewam bin

SATURDAY, 26 MAY 2018 16:05:10

Hewlêr-KDP.info- Amerîka bo sala bê nêzîkî 300 milyon dolarên din bo Hêzên Pêşmerge diyar kiriye. Berpirsekî Wezareta Pêşmerge jî dibêje, ew alîkarî pir girîng in.

 
ENKS: Bo rêkeftina ligel PYDê garantiya navdewletî pêwîst e

SATURDAY, 26 MAY 2018 15:05:48

Dihok-KDP.info- Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje baweriya wan bi PYDê nayê ku rêkeftinên nû cîbicî bike, ji ber ku çi rêkeftinek îmze kiriye cîbicî nekiriye, lewma jî daxwaza garantiyeke navdewletî dike ji bo ku PYD dîsa xwe ji rêkeftinê nedize.

 
PDK: Bila em pêkve biryarê li ser çarenivîsa gelê Kurd bidin

SATURDAY, 26 MAY 2018 14:05:11

Hewlêr-KDP.info- Bi boneya 42yemîn salvegera destpêkirina Şoreşa Gulanê ya Başûrê Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdisatanê (PDK) dibêje, di vê qonaxa girîng û dîrok ya niha de, pêwîst e hemû aliyên Kurdistanî bi yek deng biryareke çarenivîsaz li ser pêşeroja gelê Kurd bidin.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP