Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 24 APR 2024 08:31 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

TEV-DEM: Hatina şanda Perlemana Kurdistanê bo Efrînê pîroz e
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Şanda Perlemana Kurdistanê gihişte bajarê Efrînê û li nav kombûneke cemawerî de hat pêşwazîkirin.

Hevseroka Tevgera Civata Demokrat TEV-DEM, serdana şanda Perlemana Kurdistanê bilind nirxand û ragihand, ku ew serdan ji bo piştevaniya Efrînê pêngaveke pîroz e.

Li gel gihiştina şanda Perlemana Kurdistanê, xelkê Efrîn bi kombûneke cemawerî pêşwazî li şandê kir, yek ji akinciyên Efrînê ku di pêşwaziya şanda Perlemana Kurdistanê de bû, got: "Li Başûr serhildan e û li Efrînê berxwedan e, wek xelkê Efrînê, em gellekî dilxweş in bi hatina şanda Perlemana Kurdistanê".

Endamê şanda Perlemana Kurdistanê ji bo Efrînê Elî Halo got: "Tiştê me li Efrînê dît, ku xelkê bi irade û dilsoz, bergiriyê li bajarê xwe dikin, bi vê yekê ew Karin ne tenê li pêşya êrîşa welatekî rawestin, lê ewê karibin li pêşya êrîşa çendîn welat jî rawestin û serweriyeke din di dîroka gelê Kurd de tomar bikin".

Ji aliyê xwe ve, hevseroka Tevgera Civata Demokrat TEV-DEM Asya Ebdella ragihand: "Hatina şanda Perlemana Kurdistanê ji bo Efrînê karekî pîroz e, em silav û rêzên xwe ji bo hemû xelkê Başûrê Kurdistanê dişînin, dixwazim bêjim, êrîşa li ser Efrînê, êrîşa li ser hemû gelê Kurdistanê ye û serketina Efrînê jî serketina her Kurdekî ye".

K24

 

 




Nûçeyên din

Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact