Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 22 FEB 2019 08:10 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîka çareserkirina pirsgirêkan gotûbêj kirin
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman hevdîtinek pêk anîn û di hevdîtinê de geşedanên herî dawî yên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê li ser karê lijneyên taybet ên dabînkirina meaşên herdu wezaretên tendirustî û perwerdeyê yên Herêma Kurdistanê û herwiha rakirina qedexeya geştên navdewletî yên ser firokexaneyên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve axivîn û herdu alî hêviyên xwe anîn ziman ku gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê erênî bibin û rê li çareserkirina hemû pirsgirêkên navbera herdu aliyan vekin.

Di hevdîtinê de ku îro pêncşemê hat pêkanîn, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Douglas Silliman behsa beşdarbûna şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Konferansa Avakirina Iraqê de kirin ku biryar e di demeke nêz de li Kuweytê were sazkirin, bi wê hêviyê ku Herêma Kurdistanê jî ji vê derfetê sûdmend bibe û bikare para xwe ji wan alîkarî û projeyan bi dest bixe ku tê çaverê kirin ji bo avakirina Iraqê piştî bidawîbûna şerê dijî terorê, were pêkanîn.

Gotûbêjkirina hilbijartinên dahatû yê Iraqê û Herêma Kurdistanê, pêvajoya siyasî, rewşa Iraq û herêmê, qonaxa bidawîanîna DAIŞê li Iraq û Sûriyê, beşeke din a mijarên civînê bûn.

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî û Balyozê Îranê rewşa navçeyê gotûbêj kirin

THURSDAY, 21 FEBRUARY 2019 19:02:18

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexda kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan rewşa navçeyê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê gotûbêj kirin.

Amerîka: Herêma Kurdistanê yek ji navçeyên herî serkeftî yê Rojhilata Navîn e

THURSDAY, 21 FEBRUARY 2019 15:02:49

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî û şandeke Amerîkî civiyan û di wê hevdîtinê de şanda Amerîkî got, Herêma Kurdistanê yek ji navçeyên herî serkeftî yê Rojhilata Navîn e.

 
Balyozê Îranê: Aramiya Kurdistanê ji bo me girîng e

THURSDAY, 21 FEBRUARY 2019 09:02:38

Hewlêr-KDP.info- Balyozê Îranê li Iraqê tekez dike, di siberojê de peywendiyên xwe digel Herêma Kurdistanê bihêztir dikin û dibêje, aramiya Kurdistanê ji bo wan giring e.

 
Mesrûr Barzanî bo fermandarê Hevpeymanan: Divê maf û asayişa gelê Kurd li Sûriyê parastî be

THURSDAY, 21 FEBRUARY 2019 09:02:44

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yê li Iraq û Sûriyê kir û di wê hevdîtinê de rewşa rojhilatê Firatê hat gotûbêjkirin û Mesrûr Barzanî ji fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî re got ku pêwîst e maf û asayişa gelê Kurd li Sûriyê parastî be.

 
Pêngava yekem a “Kurdistaneke Bihêz” destpê kir

WEDNESDAY, 20 FEBRUARY 2019 16:02:37

Hewlêr-KDP.info- Siysetmedarekî Kurd ragihand ku pêngava yekem a Kurdistaneke bihêz destpê kir. Herwiha dibêje, erkê hikûmeta nû ya Kurdistanê bihêzkirina bingehên abûrî û encamdana çaksaziyê ye li Herêma Kurdistanê.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP