Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 27 APR 2024 07:57 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: Bi erebkirin û zordariya li Kerkûkê qet nayê qebûlkirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ligel kesayetiyên navçeya Sergerdan a Kerkûkê civiya û di wê civînê de ragihand ku gelê Kurdistanê li pişta wan e û proseya bi erebkirina navçeyên wan û zordariya li xelkê Kerkûkê bi giştî qet nayê qebûlkirin.

Roja Pêncşema 18-1-2018ê li Selahedîn Serok Barzanî pêşwazî kir li kesayetiyên navçeya Sergerdan a ku Heşda Şeibî û hêzên Iraqê li wir bi erebkirinê dikin.

Di wê hevdîtinê de, kesayetiyên Sergerdan dilgiraniya xwe ya xelkê navçeya xwe li hemberî proseya bi erebkirinê gihandin Serok Barzanî û behsa rewşa navçeyê û awayê bi erebkirinê di dema rêjîma Beis û niha jî, kirin.

Herwiha jibilî ku piştevaniya xwe ji bo Hêzên Pêşmerge nîşan dan, daxwaz kirin ku Serok Barzanî sînorekî ji wê proseya bi erebkirina navçeya Sergerdan û çend navçeyên din re deyne.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî jibilî ku amaje kir bi proseya bi erebkirinê di dema rêjîma Beis de, ragihand ku ew prose zilm û zordariyeke mezin e. Heriwha got ku xelkê Kurdistanê xwedî exlaqeke mezin û kiltûreke dewlemend in bi rêzgirtina li netewe û olên din û qet jî xelkê me naxwazin pirsgirêkên siyasî yên ligel hikûmetan bibe sedema nakokî û şer di navbera neteweyan de. Lewma jî bi erebkirina navçeyên Kurdistanî proseyeke metirsîdar e li hemberî xelkê wan navçeyan.

Serok Barzanî ji şanda mêvan piştrast kir ku gelê Kurdistanê dê her li pişta wan be û dê hemû rê bên bikaranîn ji bo ku ew proseya nemirovane li navçeyên Kurdistanî bê rawestandin û rewş veger wek berê, ji ber ku bi erebkirin û zordarî û binpêkirina mafê xelkê qet nayê qebûlkirin.

Di dawiyê de Serok Barzanî spasiya xoragiriya xelkê Sergerdan û navçeyên din ên Kurdistanî kir û daxwaz ji wan kir ku moralê wan bilind be û hêviya wan qût nebe. Herwiha tekez kir ku li hemberî wê zilm û zordariyê û bi erebkirinê û xweferizkirinê dê qet bi tenê nemînin.

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact