Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 24 APR 2024 04:26 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî pêşniyara mekanîzmeke hevbeş li Amerîkayê kir
| KDP.info



Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson axivî û ragihand, ku niha metirsiya derketina tundiyê heye û bi pêwîst zanî, ku di navbera Herêma Kurdistanê, Iraq û Amerîkayê de ji bo rûbirûbûna tundxwaziyê mekanîzmayek hebe ku li ser vê yekê karê hevbeş bê kirin.

Êvara roja Duşemê 15-01-2018 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson peywendiyeke telefonî encam dan.

Herdu aliyan sala nû li hev pîroz kirin û hêviya saleke bi seqamgîr û pêşkeftinên zêdetir ji hev re xwestin.

Di axaftina xwe de Rex Tillerson destnîşan kir, ku welatê wî herdem giringiyê dide peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê.

Tillerson bal kişande ser encamên hevdîtinên di navbera Hewlêr û Bexdayê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û da zanîn, ku Amerîka pêngavên di vî warî de giring dibîne û piştgiriyê dide diyalogê.

Rex Tillerson herwiha piştgiriya welatê xwe ji bo pêvajoya demokrasî û hilbijartinên Herêma Kurdistan û Iraqê jî anî ziman û hêvî xwest ku Kurdistan di rûbirûbûna krîzan de serkeftî be. Herwiha tekez kir ku welatê wî amade ye piştgiriyê li wê diyalogê bike.

Tillerson got ku ji bo rûbirûbûna her metirsiyekê li piştî nemana DAIŞê û ji bo rêgirtina li derketina tundxwaziyê, Amerîka tekez dike li ser giringiya hevkarî û hevahengiya zêdetir di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê û Amerîka de.

Wezîrê Derve yê Amerîka piştgiriya welatê xwe ji bo proseya demokrasiyê û hilbijartinan li Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û hêvî xwest ku Hikûmeta Kurdistanê bi serkeftî ji vê qeyrana niha derbas bibe, derbarê vê yekê de jî piştgiriya welatê xwe ji bo Hikûmeta Kurdistanê nîşan da.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ragihand, ku niha metirsiya derketina tundiyê heye û pêwîst zanî, ku di navbera Herêma Kurdistanê, Iraq û Amerîkayê de ji bo rûbirûbûna tundxwaziyê mekanîzmayek hebe ku li ser vê yekê karê hevbeş bê kirin.

Serokwezîr Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan herdem amade bûye guftûgoyan bike û tekez kir, ku hevdîtinên dawîn ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de erênî derbas bûne.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ku Hewlêr Washingtonê weke hevpeymanê xwe dibîne û ji bo derbaskirina rewşa niha jî pêwîstî bi piştgiriya dostane heye. Herwiha balkişande ser wê yekê ku pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û hilbijartin pêvajoyên cidî ne.

Di peywendiya telefonî de herdu aliyan geşedanên li herêmê jî gotûbêj kirin.

 




Nûçeyên din

Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact