Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, siyaseta bi erebkirina Kerkûk û navçeyên din bi ti awayekê nayê qebûlkirin.
Îro 15.01.2018ê Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li gel Balyozê Brîtanya li Iraqê Jonathane Wilkes û konsolê giştî yê Brîtanya li Hewlerê civiya.
Di civînê de Mesrûr Barzanî û Jonathane Wilkes gotûbêja peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanya kirin û behsa çawaniya bihêzkirina wan peywendiyan kirin.
Balyozê Brîtanya piştgiriya xwe û welatê xwe bo danûstandinên navbera Hewlêr û Bexda û çareseriya pirsgirêkan bi rêyen aştiyane nîşan daye û hêvî û bendewariyên xwe yên ji bo bi awayek serkeftî helbijartinên parlamentoya Kurdistanê û Iraqê diyar kiriye.
Mesrûr Barzanî di civînê de diyar kiriye ku destpêkirina siyaseta bi erebkirinê û ew rewşa niha li Kerkûk, Xurmatû û navçeyên dagirkirî de birêve diçe, bi ti awayekê nayê pejirandin û ragihand ku, pêwîst e kar û kiryarên milîsên Iraqê bên rawestandin û li gor destûrê Iraqê çareseriya rewşa wan navçeyan bê diyarkirin.
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, xeletiyên Bexda bûne sedema çêbûna bêbaweriyê di navbera pêkhateyên Kurd û Erebên Şîe û Sunne û herwaha Tirkmenên Iraqê de. Herwaha tekez kir ku, heta ew aqiliyeta desthilatiya Bexda bi vî awayî bimîne, pirsgirêkên zêdetir dê serî rakin û valahiyeke guncayî ji bo derketina hizra tundiyê ava dike.