Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 24 APR 2024 10:52 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û Papayê Vatîkanê
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên di daxuyaniyekê de naveroka civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Papayê Vatîkanê, Papa Franchesco aşkere kir.

Fuad Hisê ragihand, di civîna ligel Papa Francesco de ku 40 deqeyan dirêj kir, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî behsa pêwendiya navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa siyasî û aboriya Herêma Kurdistanê, şer û qurbandîdana pêşmerge li dijî DAIŞê û rewşa koçber û penaberan û bi taybet jî rewşa koçberên Krîstiyanan kir.

Bi gotina Hisên ku ji Rûdawê re ragihandiye, di civînê de Papayê Vatîkanê derbarê wan mijarên behskirî de çend pirs ji Serokwezîr pirsî û Nêçîrban Barzanî jî bersiva wan pirsyarên Papa da.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir, di civînê de herwiha behsa rola Vatîkanê li ser asta navdewletî û ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê hat kirin û hat gotin, ku Vatîkan dikare ji bo çareseriya aştiyane ya arîşeyan roleke mezin bibîne.

Fuad Hisên herwiha aşkere kir, ku Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîrê Vatîkanê Pietro Parolin re jî civiyaye.

Hisên got, di civîna navbera Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Vatîkanê Kardînal Pietro Parolin de, bi hûrgilî behsa gelek pirsan hat kirin, ku yek ji mijaran ew bû ku gelo Vatîkan dikare li ser asta navdewletî çi ji Herêma Kurdistanê re bike.

Di derbarê serdanên serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bo welatên Ewropayê de jî Fuad Hisên eşkere kir, Bexda siyaseta dûrxistin û veqetandina Herêma Kurdistanê ji civaka cîhanî cîbicî dike, lê belê di vê siyasetê de dê şikestinê bîne.

Derbarê hilbijartinên Iraqê û bandora wan li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê de jî, Fuad Hisên dibêje, hilbijartinên Iraqê dê bandore li pêwendiyan bikin û herî dawî dê Hewlêr û Bexda dest bi danûstandin û gotûbêjan bikin, lê belê her çiqas zûtir civîn dest pê bike û berî hilbijartinan ve, baştir e.

Di şanda Herêma Kurdistanê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdstanê Fuad Hisên û Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê Rêzan Qadir cîh digrin.


 




Nûçeyên din

Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact