Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 14 DEC 2018 09:06 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Aşkere bû wan 3 hizban daxwaza çi ji Ebadî kirine
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info-arlamenterekî nêzîk ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî zanyariyên veşartî yên derbarê serdan û civînên şanda hevbeş a Goran û P Komel û Hevpeymaniyê eşkere dike.

Parlemanterê Dewleta Yasa Casim Mihemd ji K24ê re ragihand, “Şanda Goran, Komel û hevpeymaniyê ya serdana Bexdayê kirine derbarê şandina mûçeyên fermanberên parêzgeha Silêmaniyê ligel Serokwezîrê Iraqê civiyan û daxwaz kirin ew bilez mûçe bên şandin. Ev tiştekî asayî ye, ji ber ku lîsta mûçeyên Silêmaniyê amade ye, lê yên Hewlêr û Dihokê ne amade ne. Herwiha daxwaza îdareyeke hevbeş ji bo birêvebirina Kerkûkê kirin, lê ew şandek partîtî ye, ne ya Herêma Kurdistanê ye.”

Casim Mihemd got jî: “Tevgera Goranê û Komela Îslamî du partiyên nêzîkî hikûmeta Iraqê ne, ji ber ku helwesta wan li hember referandûm û bûyerên Kerkûkê wek helwesta Iraqê bûn. her wê jî kir ku Serokwezîr ligel wan bicive, ji ber ku bi partiyên din ên Herêma Kurdistanê nacive. Em wek Dewleta Yasa û Partiya Dawa ya Îslamî ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Tevgera Goranê ve nêzîk in û ji piştî hilbijartinan jî hevpeymaniyeke hevbeş pêk tînin.”

Roja 4.1.2018an şandeke Tevgera Goranê, Komela Îslamî û Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadperweriyê (Berhem Salih) serdana Bexdayê kir û ligel berpirsên Bedayê civiyan, vê yekê jî karvedaneke ji Herêma Kurdistanê li pişt xwe anî û beşek ji aliyê siyasî û çavdêrên siyasî rexne li çûna wê şandê girtin, ku di baweriya wan de ew e, her guftûgoyek ligel Bexdayê divê di riya hokûmeta Herêma Kurdistanê re be.

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî cejna Êzdiyan pîroz kir

THURSDAY, 13 DECEMBER 2018 19:12:56

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de cejna Rojiyên Êzî li xuşk û birayên Êzdî pîroz kir. Ev jî tekesta wê peyamê ye:

Serok Barzanî bo Partiya Zehmetkêşan: Azadiya siyasî ya Kurdistanê destkeft e û bila parastî be

THURSDAY, 13 DECEMBER 2018 19:12:33

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê ji Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê re şand û tê de got ku Azadî û firehaliya siyasî yek ji destkeftên tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê ye û berhema qurbanîdana gelê me ye û pêwîst e em hemû wê geş bikin û biparêzin.

 
Mesrûr Barzanî bo Nadiya Murad: Êşa Êzdiyan bigihîne hemû cîhanê

THURSDAY, 13 DECEMBER 2018 18:12:35

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî pêşwazî li keça Kurda Êzdî ya rizgarbûya destê DAIŞê û xwediyê xelata Nobel a Aştiyê Nadiya Murad kir.

 
Nêçîrvan Barzanî û Nadiya Murad rewşa Êzdiyan gotûbêj kirin

THURSDAY, 13 DECEMBER 2018 18:12:54

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro pêncşembiyê 13ê Kanûna 2018ê pêşwazî li keça Kurda Êzdî û xwediya Xelata Nobel a Aştiyê, Nadiya Murad kir û her du aliyan di derbarê rewşa Kurdên Êzidî de gotûbêj kirin.

 
Serok Barzanî: Ji ber helwestên neteweyî xelkê Kurdistanê PDK xelat kirin..Emê jî xizmeta wan bikin

WEDNESDAY, 12 DECEMBER 2018 21:12:31

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî ragihand ku di hilbijartinan de soz daye ku serkeftinên mezin bi dest bixin û reformên mezin bikin. Hikûmeteke bihêz dê were pêkanîn û dê guhertinên bingehîn werin kirin.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP