Silêmanî-KDP.info- Şandeke bilind a PDKê ya di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî de çû Polîtbûroya YNKê û li gel berpirsên bilind ên vê partiyê civiya û di wê civînê de pêwendiyên navvera xwe û encamdana hilbijartinan û rewşa niha ya Kurdistanê gotûbêj kirin.
Şandekî bilind ê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî de îro 07-01-2018, serdana Polîtbûroya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) kir.
Di şanda PDKê de Fazil Mîranî, Hoşyar Zêbarî, Roj Nûrî Şaweys, Mehmûd Mihemed, Azad Berwarî û Dilşad Şehab cîh digrin.
Şanda YNKê jî ji Hêro Îbrahîm Ehmed, Mela Bextiyar, Şêx Cefer Şêx Mistefa, Sedî Ehmed Pîre, Omer Fetah, Kakim Qadir, Şoreş Îsmaîl û Aso Mamend pêk hatiye.