Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî li ser xwepêşandanên Îranê bersiv da daxuyaniya Sekreterê Giştî yê Encumena Destnîşankirina Berjewendiyên Îranê Muhsînî Rezayî û ragihand: “Herêma Kurdistanê îsbat kiriye ku her dem bûye faktorê aramî û seqamgîriya herêmê û ti car rê nedaye û nade bibe sedema alozî û çêbûna tevliheviyê li welatên cîran.”
Sefin Dizeyî roja şemiyê 6ê Çileya 2018an bi daxuyaniyekê aşkere kiriye, ku malpera Tesnîm a Îranê, ji zarê Sekreterê Giştî yê Encumena Destnîşankirina Berjewendiyên Îranê Muhsînî Rezayî tohmeteke bêbingeh li Herêma Kurdistanê kiriye, ku goya xwepêşandanên Îranê ji Hewlêrê têne birêvebirin!
Dizeyî diyar dike: “Em bi her awayî, vê tohmeta çêkirî ya bêbingeh ku bi temamî ji rastiyê dûr e, red dikin. Herêma Kurdistanê bi awayekî pratîk îsbat kiriye, ku her dem faktorê aramî û seqamgîriya herêmê ye û ti car rê nedaye û nade ku bibe sedema alozî û çêbûna tevliheviyê li welatên cîran.”
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî amaje bi wê yekê kiriye, ku Kurdistan li gel welatên cîran, welatên herêm û cîhanê, dixwaze li ser bingeha rêzgirtin û berjewendiyên hevbeş, her dem pêwendiyên wê yên dostane hebin.
Sefin Dizeyî cardin bal kişandiye ser daxuyaniya ku Herêma Kurdistanê bi aloziyên li Îranê hatiye tohmetbarkirin û dibêje: “Daxuyaniyên bi vî rengî bi ti awayî xizmeta cîranbûnê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî nake.”