Hewlêr-KDP.info- Serkonsolê nû yê Tirkiyê li Hewlêrê Hakan Karaçay serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî Serkonsolosê Hewlêrê yê Tirkiyeyê Hakan Karaçay û heyeta bi wî re li avahiya serokwezîrtiyê qebûl kir.
Hakan Karaçay di hevdîtinê de behsa mijara pêşvabirina têkiliyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê kir û got Tirkiye amade ye ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de alîkariyê bike.
Nêçîrvan Barzanî jî got ew girîngiyê didin têkiliyên bi Tirkiyê re û ji sala 1991an ya ku Hikûmeta Hermêa Kurdistanê serî li hember rejima Beasê rakir vir ve Tirkiyê her tim di rojên nebaş de alîkariya wan kiriye û piştgirî daye wan.
Nêçîrvan Barzanî behsa mijara çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de jî kir û got Tirkiye cînarekî girîng e, û dikare ji bo çareseriyê roleke girîng bilîze.
Herwiha Nêçîrvan Barzanî ji ber wezîfeya nû ya Karaçay ew pîroz kir û serkeftin xwest.
Herwiha Berpirsê Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û Berdevekê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî beşdarî hevdîtinê bûne.
Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê Hakan Karaçay16ê Berfanbara 2017ê dest bi kar kiribû.
Attachments area