Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 25 APR 2024 22:15 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Pêwîst e Bexda dev ji zimanê gefê û cezakirina giştî ya Kurdistanê berde
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de ku bi boneya serê sala nû belav kir, ragihand, pêwîst e Bexda dev ji zimanê gefkirinê û cezakirina giştî û çêkirina aloziyan berde. Derbarê bi navxweyîya Herêma Kurdistanê jî da zanîn, hilbijartin baştirîn bijarde ye.

Deqa peyama Mesrûr Barzanî:

“Peyama pîrozbayî ya bo ser sala nû ya zayînî

Bi minasebeta hatina ser sala nû ya zayînî ji dil pîrozbayiyên xwe pêşkêşî tevahiya hevnîştimaniyên xwe yên li Kurdistan û gelên cîhanê dikim.

Hêvî dikim di sala nû da dawî bi şer, tundûtîjî û nearamiyan were û aştî û aramî zal bibe.

Hatina sala nû di demekî deye ku Kurdistan hevdem li gel qurbanî dan û serkeftinên mezin yên li dijî terorîstên DIŞIê û gehandina peyama xwe ya aştiyane bi rêya proseseke demokratîk lê jiber eqiliyeta xwe ferizkirina ya Bexdayê û komployeke piralî û înkar kirina mafên gelê Kurdistanê, niha welatiyên Kurdistanê di nava rewşeke nexwestî deye û di nava rewşeke nebaş de dijîn.

Hevdeng li gele tavahiya welatiyên Kurdistanê, daxwaz ji aliyên siyasî dikim daku bo çareser kirina kêşeyên navxweyî, parastin û pêşde birina Kurdistanê û lidarxistina hilbijartinan weke bijardeya herî baş hewlên xwe bihêztir bikin.

Herwiha hêvî dikim ku Bexda dev ji zimanê gef kirinê, ceza kirina giştî û çê kirina aloziyan û xwe veşartin ji bangehêştin aştiyane yên Kurdistanê yên bo çareser kirina kêşeyan yaku xweziya civaka cîhaniye berde.

Her bi vê minasebetê careke din spasiyên xwe pêşkêşî malbetên tevahiya şehîdên serfiraz, pêşmergeyên qehreman û can liser destên pêkhateyên civata ewlekariya Kurdistanê, berxwedan û dilsoziya welatiyên Kurdistanê dikim ku bi berdewamî hêza bêdawî ya parastin û bidest xistina destkeftane.

Careke din sala nû pîroze, xweziya me xweşî, şadî û bexteweriya berdewam ya tevahiya weye hêvî dikim ku cîhana azad rêz ji kelem û qurbanîdan û xwestekên azadane û mafa çarenivîsa gelê aştîxwaz ya Kurdistanê bigire.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Mesrûr Barzanî

31.12.2017




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact