Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Herêma Kurdistan bi yekgirtî û bi hêzeke bêtir wê rastî pêşhatan bê.
Mesrûr Barzanî û Balyoza Finlenda re li Iraqê Pavi Laine, di civînekê de li Hewlêrê, dawîn guhertinên navçeyê û pêşxistina pêwendiyên herdu aliyan gotûbêj kirin.
Li ser rewşa di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Balyoza Finlenda li Bexdayê got: "Peyama Ewropa ji bo her du aliyan ew e ku hêza serbazî neyê bikaranîn û di demeke nêzîk de gotûbêjên rasterê di navbera Hewlêr û Bexdayê de destpê bikin û ligorî destûrê tev pirsgirêk bên çarekirin."
Ji aliyê xwe ve Mesrûr Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê amade ye ji bo destpêkirina gotûbêjên vekirî û rasterê ji bo tevahiya nakokiyan bên çarekirin û gav ji bo bicîkirina destûrê bên avêtin.
Herweha diyar kir ku Herêma Kurdistanê her dem riyên serbazî û tundiyê red kiriye û gotûbêj û riyên dîmukratî hilbijartiye ku referendum jî yek ji wan riyan bû, lê cihê mixabiniyê ye ku li vê navçeyê heya niha riyên dîmukratî nayên qebûlkirin.
Mesrûr Barzanî got: "Ez bi hêvî me civaka navdewletî alîkar be ji bo pirsgirêkên navçeyê bi awayekî bingehîn bên çarekirin da ku carek din tundî çênebe."
Li ser pirsa hilbijartinan û nêzîkbûna hilbijartinên Iraqê, Mesrûr Barzanî diyar kir ku, Herêma Kurdistanê wê bi yekgirtî û yekrîzî bimîne û bi hêzeke bêtir wê rastî pêşhatan bê û berevaniyê li mafên destûrî yên welatiyên Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê bike.