Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî tekez kirin ku pêwîst e danûstandin di navbera Hewlêr û Bexdayê de destpê bikin.
Îro piştî nîvro 5-12-2017 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Nûnerê taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Yan Kobîş û şanda pê re kir.
Di wê hevdîtina ku Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talebanî jî amade bû, herdu aliyan gotûbêjeke baş li ser pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi taybetî, kirin û herdu aliyan tekez kirin ku pêwîst e danûstandin di navbera Hewlêr û Bexdayê de destpê bikin.
Serokwezîrê Kurdistanê tekez kir li ser rola Neteweyên Yekbûyî bo destpêkirina gotûbêjan di navbera Hewlêr û Bexdayê de.