Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 07:21 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

NY: Encumena Asayişê berdewam hewl dide ku aloziya Hewlêr û Bexdayê çareser bike
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina xwe de ligel Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Nûnerê taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Yan Kobîş ragihand ku ew û Encumena Ewlehiyê berdewam hewl didin ku aloziya Hewlêr û Bexdayê çareser bikin.

Îro şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şanderê taybet yê sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî Yan Kobîş kir.

Di civîna herdu aliyan de, rewşa di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat gotûbêjkirin. Di vî warî de, Yan Kobîş tekezî li ser helwesta Netewên Yekgirtî kir û got: Em bi hêvî ne di zûtirîn dem de, danûstendinên raster di navbera Hewlêr û Bexdayê de destpê bikin. Destûr bingeha çareseriya gişt a kêşeyan e û nabe bi ti awayî hêz û tundî ji bo çarekirina kêşeyan bên bikaranîn.

Yan Kobîş tekez kir ku, Netewên Yekgirtî û Encûmena Ewlehiyê jî wê bizavên xwe berdewam bikin daku di zûtirîn dem de, kêşeyên di navbera herdu aliyan de bi awayekî aştiyane bên çarekirin.

Di beramber de Mesrûr Barzanî bizavên Netewên Yekgirtî bilind nirxand û diyar kir, ku Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe ji bo destpêkirina danûstendinan bicî kiriye, lê heya niha Bexdayê wekî pêwîst gavên piraktîkî neavêtiye.

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê da xuyakirin ku, seqaya hilbijartinan û nakokiyên siyasî li Bexdayê, bûne kelemên serekî li pêşya pêşveçûnan, lê nabe welatiyên Kurdistanê baca rewşa Bexdayê bidin û pêwîst e herî zû destpêkirin û birêveçûna danûstandinan li gorî xişteyeke demkî bên encamdan.

Mesrûr Barzanî got: “Gellek caran li Bexdayê bangeşeya bicîkirina destûrê tê kirin, Herêma Kurdistan jî vê yekê dixwaze, lê divê tevahiya destûrê were bicîkirin nek tenê ew maddeyên ku Bexda ji xwe re wan hildibijêre.”

Herweha Mesrûr Barzanî tekez kir, ku Herêma Kurdistanê rijd e li ser wergirtina hemû mafên xwe yên destûrî.




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact