Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 16 DEC 2017 10:14 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Xwendekarên Kurd nehiştin ahenga artêşa Iraqê di nava Zanîngeha Kerkûkê de ser bigire
| KDP.info


Kerkûk-KDP.info- Biryar bû îro hêzên Iraqê di nava Zanîngeha Kerkûkê ahenga serkeftina 16ê Oktober, lidar xistibana, lê xwendekarên Kurd neçûn zanîngehê û rê nedan artêşa Iraqê û milîsên Heşda Şeibî ku ahengekê di nava zanîngehê de lidar bixin.

Nûnerê xwendekarên mangirtî yên Kerkûkê Ehmed Semed ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî bûyerên 16ê Oktober ên dagîrkirina Kerkûkê, ev çendîn car e ku milîsên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê dixwazin ahenga serkeftina xwe li nava Zanîngeha Kerkûkê lidar bixin û hejmareke xwendekarên Ereb û Turkman alîkariya wan dikin ji bo lidarxistina ahengê, lê em wek beşek mezin ji xwendekarên Kurd me rêgirî kiriye li wan ku ahengekê lidar bixin ji ber wê roja reş a dagîrkirina Kerkûkê.”

Ehmed Semed wiha got: “Duhî artêşa Iraqê û çekdarên Heşda Şeibî ji bo çavtirsandina xwendekarên Kurd hejmareke tank û hamerên serbazî anîn nava Zanîngeha Kerkûkê, da ku îro ahengê lidar bixin, lê xwendekarên Kurd ên xweragir ji wan tank û hameran netirsiyan û rijdbûn li ser helwêsta xwe.”

Semed wiha domand: “Me wek xwendekarên mangirtî ji bo ku pilana hêzên Iraqê ser negire me biryar da ku em neçin zanîngehê û îro hejmareke kêm çûn zanîngehê û ji ber baykotkirina xwendekarên Kurd ew aheng ser negirt.”
 




Nûçeyên din

Serok Barzanî Cejna Rojiyê li Kurdên Êzdî pîroz kir

THURSDAY, 14 DECEMBER 2017 14:12:38

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de Cejna Rojiyê li tevahiya xuşk û birayên Kurdên Êzdî pîroz kir.

 
Li Şingalê şer di navbera balên Heşda Şeibî de derket

WEDNESDAY, 13 DECEMBER 2017 18:12:05

Şingal-KDP.info- Çavkaniyekê ji Şingalê ragihand ku îro li Şingalê şer û pevçûn di navbera 2 balên Heşda Şeibî de rû da û kuştî û birîndar hene.

 
Hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê dê bi hevahengî vê rewşê derbas bikin

WEDNESDAY, 13 DECEMBER 2017 18:12:55

Hewlêr-KDP.info- Îro di civîna xwe, Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û Serokatiya Hikûmeta Kurdistanê tekez kirin ku vê rewşa niha bi hevahengî di navbera xwe de derbas bikin.

 
Nûnerê Hikûmetê li Fransa: Heta Sersalê dê guhertinên mezin çêbibin..Fransa bi cidî hewl dide

WEDNESDAY, 13 DECEMBER 2017 14:12:40

Fransa-KDP.info- Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Fransa Elî Dolemerî dibêje, Fransa bi cidî hewl dide ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û ji niha û heta Sersalê dê guhertinên mezin çêbibin û dê ew kêşe bên çareserkirin.

 
Bexda destûr cîbicî neke Kurd dê dîsa berê xwe bidin Serxwebûnê

WEDNESDAY, 13 DECEMBER 2017 13:12:10

Hewlêr-KDP.info- Amerîka û welatên Ewropî zextê li Bexdayê dikin ku dest bi danûstandinan bike ligel Herêma Kurdistanê û daxwaz jê dikin ku destûr bi temamî cîbicî bike. Siyasetmedarên Kurd jî dibêjin, eger Bexda destûr cîbicî neke, Kurdistan dê dîsa berê xwe bide pêngava serxwebûnê.

 


 
© 2017 Kurdistan Democratic Party, KDP