Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 23 APR 2024 22:44 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: Hikûmet û aliyên siyasî li dijî 2 îdareya Herêma Kurdistanê ne
| KDP.info


Silêmanî-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê civiya û piştî civînê ragihand Hikûmeta Kurdistanê û aliyên siyasî yeknêrîn bûn ku nabe aliyek bi serê xwe kar ligel Bexdayê bike, herwiha yeknêrîn bûn di dijayetiya sîstema 2 îdareyê de li Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî tevî Cîgirê Serokwezîr Qubad Telabnî îro serdana bajarê Silêmaniyê kirin û çend hevdîtin li gel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goranê û Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê pêk anîn.
Piştî encamdana wan hevdîtinan, Nêçîrvan Barzanî di konfranseke rojnamevanî de bersiva pirsyarên rojnamevanan û dezgehên medyayî da.

Nêçîrvan Barzanî di wê konferansê de ragihand, civîna wan bi aliyên siyasî re ji bo nirxandina rewşa niha ye. Amaje bi wê jî kir, di civînên hikûmetê bi aliyên siyasî yên Kurdistanê re, du nêrîn hebûn, ya yekem pêkanîna hikûmeteke demkî, ya duyem jî encamdana hilbijartinan bûn.

Herwiha got, dema civîna wan bi aliyên siyasî re bidawî bibe, ew biryara xwe derbarê hikûmeta demkî û encamdana hilbijartinan didin. Herwiha hewl didin baştirîn rê ji bo rewşa niha ya Kurdistanê hilbijêrin.

Nêçîrvan Barzanî li ser pirseke derbarê daxuyaniya wî ya derbarê vekişîna hêzên pêşmerge de ragihand, ku mebesta wî Kerkûk nebûye, ji ber ku bi gotina wî aşkere ye ku bûyera Kerkûkê çawan çê bûye û her kes wê yekê dizane.
Serokwezîr Barzanî da xuyakirin, ku mebesta wî, vekişîna hêzên pêşmerge ji hin deverên li Zumar û Rebîeyê bûye û wî bi ti awayî behsa vekişîna hêzên pêşmerge ji Kerkûkê nekiriye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: "Min ku behsa wê kiriye ku pêşmerge vekişiyaye, min behsa Kerkûkê nekir, haleta Kerkûkê aşkere bû ku bi çi awayî hatiye kirin û çawan bûye û hemû alî jî agahdar in, pêwîst nake ku ez cardin wan gotinan dubare bikim li ser vê mijarê. Bila ez bi diyarkirî bêjim ku min behsa kîjan cihan dikir. Hêzên Iraqê bi berdewamî daxwaz ji me kirin ku em ji Bendava Mûsilê vekişin, me ji wan re got, baş e ti arîşe nîne. Li Rebîyeê jî gotin, me dîsan got pirsgirêk nîne, lê belê me paşê wisa fêm kir, ku li her cihekê em vekişin, ew daxwaza zêdetir dikin, ji ber wê jî me biryar da, ku em sînorekê ji wan re danin, daku ji wê zêdetir bêne pêş. Mebesta min ew cih bûn."

Nêçîrvan Barzanî li ser pirsyareke derbarê serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê de jî destnîşan kir, ku hêj dema serdana şanda Kurdistanê bo Bexdayê nehatiye diyarkirin, lê belê tekez kir, ku ew dê weke hikûmetê biçin Bexdayê. Herwiha tekez kir Hikûmeta Kurdistanê û aliyên siyasî yeknêrîn bûn ku nabe aliyek bi serê xwe kar ligel Bexdayê bike, herwiha yeknêrîn bûn di dijayetiya sîstema 2 îdareyê de li Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr Barzanî derbarê helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser nakokî û pirsigirêkên li gel Bexdayê de jî diyar kir, ku wan pêştir helwesta xwe aşkere kiriye û pêwîstî bi dubarekirinê nîne.




Nûçeyên din

Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”

Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokomarê Tirkiyê kirin

MONDAY, 22 APRIL 2024 22:04:00

Hewlêr-KDP.info- Serokomarê Tirkiyê gehişt Herêma Kurdistanê û li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve pêşwazî lê hat kirin.

 
Serok Barzanî: Medya û rojnamevanî amrazên bi bandor in ji bo nasandina doza rewa ya gelê me

MONDAY, 22 APRIL 2024 20:04:50

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî bi boneya 126 saliya Roja Rojnamevaniya Kurdî di peyamekê de pîrozbahî li rojnamevanên Kurdistanê kir û got pêwîst e ragihandinkar û rojnamevanên Kurdistanê wê yekê herdem ji bîr nekin ku medya û rojnamevanî amrazên bi bandor in ji bo nasandina doza rewa ya gelê me

 
Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Kurdistanê bi rêz û pêzanîn ve li rola giring a karê rojnamevaniyê dinêre

MONDAY, 22 APRIL 2024 19:04:06

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro 22ê Nîsanê Sêyemîn Dîdara Navdewletî ya Rojnamegeriyê bi dirûşma Parastina Rojnamegerên Jin ji cudakariya zayendî, li Hewlêrê hat lidarxistin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact