Amêdî-KDP.info- Ji duhî ve û heta niha, wek welatiyên devera Amêdiyê dibêjin, balafirên Tirkiyê ji ber PKKê li sînorê devera Amêdiyê didin.
Welatî Azad Saleyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji duhî ve balafirên şer ên Tirkiyê li sînorê Amêdiyê li navçeyên Avaşîn û Geliyê Balinda didin û dûmaneke zêde li navçeyê rabûye.”
Wî welatiyê devera Amêdiyê wiha got: “Heta niha nexuya ye ziyanên wan bobebaranan çiqase ye, ji ber ku kes nikare nêzîkî wan navçeyan bibe ji tirsa balafiran û xelk ditirsin biçin nava rez û baxên xwe, ku tirseke mezin ketiye dilê xelkê de û ji ber vê yekê jî xelkê ji wê navçeya ku balafir lê didin, direvin.”
Azad Saleyî wiha domand: “Tirkiye ji ber PKKê wê ziyanê dighîne me, ji ber ku PKKê baregehên xwe li devera me ava dike.”