Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 23 APR 2024 14:08 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî û McGurk: Danûstandin tekane rêya çareseriya pirsgirêkan e
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî û Brett McGurk balkiandine ser bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û tekez kirin, ku guftûgo û danûstandin rêya çareseriya pirsgirêkane.

Şêwimendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Înê 17-11-2017, li Hewlêrê pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk kir.
Di çarçova hevdîtinê de, Bret McGurk derbarê pêşveçûnên leşkerî û aloziyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ragihandiye, Amerîka hemû awayên kirdarên leşkerî ji bo yekalîkirina pirsgirêkan red dike.
McGurk diyar kiriye, ku ji bo çareserkirina aloziyan ew dê hemû hewldanan bikin da ku herdu alî dest bi guftûgoyan bikin, bi awayeke aştiyane û li ser bingeha destûrê pirsgirêk bên çareserkirin.
Brett McGurk piştgiriya welatê xwe ya ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê dubare kiriye û gotşye: “Em dixwazin Herêma Kurdistanê bi yekgirtî û bihêz di çarçova destûrê de, di hemû waran de pêşveçûnên xwe berdewam bikee.”
Ji aliyê din ve Mesrûr Barzanî jî jî behsa berdewambûna pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de kiriye, amaje kiriye, ku Herêma Kurdistanê herdem di wê baweriyê de ye ku divê pirsgirêk bi riyên aştiyane û guftûgoyê werin çareserkirin û herwiha tekez kiriye, ku ew dixwazin danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, di asta îdarî û siyasî de demek ji ya din zûtir dest pê bikin.
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê herwiha gotiye, ku cîbicîkirina destûrê bi amrazên ne destûrî nabe, ji ber ku bi guftûgo û danûstandinan dikarin çareseriyên guncaw ji pirsgirêkan re peyda bikin.




Nûçeyên din

Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”

Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokomarê Tirkiyê kirin

MONDAY, 22 APRIL 2024 22:04:00

Hewlêr-KDP.info- Serokomarê Tirkiyê gehişt Herêma Kurdistanê û li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve pêşwazî lê hat kirin.

 
Serok Barzanî: Medya û rojnamevanî amrazên bi bandor in ji bo nasandina doza rewa ya gelê me

MONDAY, 22 APRIL 2024 20:04:50

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî bi boneya 126 saliya Roja Rojnamevaniya Kurdî di peyamekê de pîrozbahî li rojnamevanên Kurdistanê kir û got pêwîst e ragihandinkar û rojnamevanên Kurdistanê wê yekê herdem ji bîr nekin ku medya û rojnamevanî amrazên bi bandor in ji bo nasandina doza rewa ya gelê me

 
Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Kurdistanê bi rêz û pêzanîn ve li rola giring a karê rojnamevaniyê dinêre

MONDAY, 22 APRIL 2024 19:04:06

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro 22ê Nîsanê Sêyemîn Dîdara Navdewletî ya Rojnamegeriyê bi dirûşma Parastina Rojnamegerên Jin ji cudakariya zayendî, li Hewlêrê hat lidarxistin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact