Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 00:05 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Hikûmeta Kurdistanê: Em rêzê ji ravekirina Dadgeha Federal re digrin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê bersiva biryara Dadgeha Federal a Iraqê da û ragihand, ku ew rêzê ji vê ravekirinê re digrin lê divê cîbicîkirina hemû madeyên Destûra Iraqê bibe sedema parastine hemû maf, desthilat û taybetmendiyên di destûrê de hatine bicîhkirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê bersiv da biryara Dadgeha Federal a Iraqê, ku li ser daxwaza Sekreterê Giştî yê Civata Wezîrên Iraqê, roja 6ê Mijdarê, biryara jimare 122 derxistibû û madeya yekemîn a Destûra Iraqê rave kiribû.

Di vê raveyê de hatibû diyarkirin, “Komara Iraqê dewleteke federalî ya serbixwe ye, xwedanê serweriyeke temam e, ku sîstema hikûmraniyê têde komariya parlamenterî ya demokratîk e. Ev destûr bingeha yekîtiya Iraqê ye.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di bersiva vê raveyê de ragihand: “Herêma Kurdistanê herdem tekez kiriye, ku ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera desthilata federal û herêmê de, pabendê rê û rêbazên destûrî û yasayî ye.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi erênî pêşwaziya destpêşxeriya Seyîd Elî Sîstanî, kesayetên Iraqî û welatên dost dike, ku dixwazin ji bo çareseriyê vegerin Destûra Iraqê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: “Em rêzê ji vê ravekirina madeya yekem a destûrê ya Dadgeha Bilind a Federalî re digrin. Di heman demê de tekez dikin, ku bi baweriya me divê ev yek bibe bingehek ji bo destpêkirina diyalogekî nîştîmanî ya giştî. Cîbicîkirina hemû madeyên Destûra Iraqê bibe sedema parastina maf, desthilat û taybetmendiyên di destûrê de hatine destnîşankiirn. Rêya tenê ya garantîkirina yekîtiya Iraqê yak u di madeya yekemîn de jî hatiye destnîşankirin, ev e.”




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact