Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 19 APR 2024 23:03 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Em binpêkirina mafên Kurdistanê yên destûrî qebûl nakin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Balyozê Yekîtiya Ewropa li Bexdayê piştevaniya Yekîtiya Ewropayê ji bo destpêkirina bilez a diyaloga rasterast di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser binemaya destûrê derbirî û hêvî xwast bi zûtirîn dem aloziyên di navbera her du aliyan bi dawî bibin.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropa li Bexdayê Ramon Blecua kir û di hevdîtinê de dawî rewşa navçê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, herwiha pêşhatên leşkerî û siyasî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin guftûgokirin.

Di hevdîtinê de, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê got: “Pêwîst e pirsgirêk bi awayekî bingehîn bêne çareserkirin ji bo careke din di çarçova ne dadperweriyên dîrokî yên li hember gelê me digerin de negerin.

Herwiha Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê amadehiya Herêmê ji bi çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî aşiyane dupat kir û tekez kir ku Herêma Kurdistanê binpêkirina mafên xwe yên destûrî ji aliyê Bexdayê ve qebûl nake û hêvî xwast civaka navdewletî roleke bi bandortir ji bo nehêştina wan astengên li hember gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê hene, heya navçe rûbirûyî aloziyên zêdetir nebe.




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact