Hewlêr-KDP.info- Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê, bersiva Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li ser sektora petrolê li Kurdistanê û mûçeya fermanberan da.
Wezareta Samanên Sirûştî di çend Tiwîtar de ragihand, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî gotiye dê mûçeya fermanberan bide, lê niha pirsê li ser hejmara mûçexorên Herêma Kurdistanê dike.
nivîsandiye, lîsta mûçexoran a bi rêya piroseya bayometrî hatiye amadekirin amadeye û ji Heyder Ebadî dipirse, gelo ew amadeya mûçeyên wan bide.
Di derbarê, xwesta Bexdayê ji bo kontirolkirina petrola Herêma Kurdistanê, Wezareta Samanên Sirûştî vê yekê zelal dike, li gor benda 115 û 121 yên destûrê Iraqê, yasayên Herêma Kurdistanê karbidest ji bilî wan yasayan nebe yên ku girêdayî desthelata rewa ya hikûmeta federal in, ku di benda 110 hatiye û ti behsek li ser çewaniya birêvebirina petrolê di wê bendê de ne hatiye.
Wezareta Samanên Sirûştî tekeziyê li ser wê yekê dike ku ji bilî hikûmeta federal, desthelata Herêma Kurdistanê jî di birêvebirina petrolê de heye, wek wezaret dibêje, ji ber vê divê sektora petrolê bi hevbeşî were birêvebirin.
Herwiha Wezareta Samanên Sirûştî dipirse jî, gelo hikûmeta Iraqê amadeya heqdestê kompaniyayên petrolê yên li Herêma Kurdistanê kar dikin bide û dibêje jî, eger Iraq amade nebe wan heqdestan bide, gelo kompaniyayên petrolê dê amade bin bê beramber berdewam bin li ser berhemanîna petrolê.
Di tiwîteke din a xwe de radigihîne, hikûmeta Herêma Kurdistanê bo çendîn salên dahatû di çarçoveya firotina pêşwext de ligel kiryaran rêkeftiye, gelo Bexdayê hizir di derencamên yasayî yên vê çendê de kirine?