Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 20 APR 2024 14:45 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: Divê Bexda dest ji birçkirina xelkê Kurdistanê berde..Bi hêzê pirsgirêk çareser nabin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî proje yasaya bûdceya 2018ê ya hikûmeta Iraqê rexne kir û ragihand, ku ev proje bi yekalî hatiye amadekirin û li gel Herêma Kurdistanê nehatiye şêwirîn. Nêçîrvan Barzanî got: “Bexda % 17ê bûdceya Kurdistanê bişîne em amade ne dahatan radest bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê civîneke çapemeniyê saz kir û derbarê geşedanên li herêmê, mijara bûdceya Iraqê û peywendiyên li gel welatên cîran bersiv da pirsên rojnamevanan.
Serokwezîr Barzanî diyar kir, ku Herêma Kurdistanê ji pêvajoyekî zehmet re derbas dibe û got: “Ya ji hemûyan jî giringtir ew e, ku divê em bi hêvî li paşeroja xwe binerin. Divê em piştrast bin, ku weke berî, bi tevê hemû aliyan emê vê pêvajoya zehmet jî derbas bikin. Mercê vê serkeftinê jî ew e, ku divê em dest ji berjewendiyên hizbî û şexsî berdin. Bi yekdengî ya kurd û hemû gelên li Kurdistanê dijîn, vê qonaxê derbas bikin.”
Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku piştî giştpirsiya 25ê Îlonê hinek tiştên nexwestî rû dane lê li hember van hikûmeta Herêma Kurdistanê her car tekez kiriye, ku di çarçoveya Destûra Iraqê de pirsgirêkan çareser bike û wiha axivî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye li gel Bexdayê, di çarçoveya destûrê de guftugo bike û bigihe rêkeftinê ku di berjewendiya hemû aliyan de be. Pirsgirêk bi şer çareser nabin, bi anîna leşkeran çareser nabe. 14 salên derbasbûyî jî ji bo herdu aliyan bûye ders. Pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de pirsgirêkên nav mal in. Ev pirsgirêk jî bi xwe ferzkirinê çareser nabin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di berdewama daxuyaniya xwe de behsa reşnivîsa bûdceya sala 2018ê ya Iraqê kir û got: “Reşnivîsa projeya bûdceya 2018ê ya Iraqê ji bo pesendkirinê gihiştiye destê Serokwezîr. Têbîniyên me yên cidî li ser vê reşnivîsê hene. Bi nêrîna me di reşnivîsê de bi awayekî zelal behsa qewareya Herêma Kurdistanê nayê kirin. Behsa danûstandina li gel parêzgehan tê kirin. Ev yek li dijî Destûra Iraqê ye. ji ber ku di destûrê de navê qewareya Kurdistanê weke hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Ev yek bi yasa û qanûnan jî hatiye selmandin û divê li gorî vê danûstandin were kirin.”
Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ku di amadekirina reşnivîsa bûdceyê de li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê nehatiye şêwirîn û reşnivîsa projeya bûdceya 2018ê ya Iraqê bi awayekî yekalî, tenê ji aliyê Wezareta Darayî ya Iraqê ve hatiye amadekirin.
Serokwezîr Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku hêzeke zêde ya Heşda Şeibî û artêşa Iraqê li Rebîe û navçeyên nakok hatine komkirin û wiha pêda çû: “Em dibêjin çareserî guftûyên siyasî ye û divê agirbestekî mayînde hebe. Divê Bexda ji bo diyalogekî cidî rê veke da ku ev pirsgirêk werin çareserkirin.”
Li ser pirsekî li ser dahatên Herêma Kurdistanê Barzanî da xuyakirin, ku rêjeya dahatê kêm bûye lê ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê ya giring ew e, ku Bexda meaşê hemû meaşxûrên Herêma Kurdistanê dabîn bike.
Nêçîrvan Barzanî got, ku eger Bexda di çarçoveya rêkeftina herdu aliyan de hemû bûdce û maşên Herêma Kurdistanê bişîne, ew jî amade ne dahata petrolê radest bikin û got: “Me li gor rêjeya %17 rêkeftin kiriye. Em amade ne ji bo vê yekê gotûbêjê bikin. Ji aliyekê ve di nava xelkê de dibêjin em amade ne meaşan bidin û ji aliyekê din ve jî lîstokê dikin, bûdce naşînin û kêm dikin.”
Derbarê pirsekî li ser navmala kurd û yekdengiya hêzên kurdî, Serokwezîr Barzanî eşkere kir, ku navmalê kurd ji bo guftugoyên li gel Bexdayê yekgirtî ye û wiha axivî: “Em hêvîdar in Iraq lîstikê li ser vê kartê neke. Di vir de pirsekî pir cidî heye, ku divê em hemû ji xwe bikin; Divê vê pirsê ji xwe bikin, gelo dixwazin li Iraqê seqamgirî hebe yan ne? Divê hem Bexda û meh jî em li ser vê pirsê hizir bikin. Ya duyemîn, gelo pirsgirêk li Iraqê bi zêdebûna hêz tên çareserkirin, kî lawaz û kî bi hêz e? Dîroka Iraqê nîşa me dide ku pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê wiha çareser nabin. Eger me divê îstîqrar, seqamgirî, aramî û aştî hebe, divê em bi mejiyeke vekirî rûnin û biaxivin, diyalogê bikin.”
Li ser mijara danûstandinên şandên leşkerî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê jî Nêçîrvan Barzanî got, ku pirsgirêk siyasî ne, ne ku leşkerî û divê bi rêyên danûstandinê werin çareserkirin. Herwiha destnîşan kir, ku ti rêkeftineke leşkerî di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de nehatiye îmzekirin.
Herwiha eşkere kir, ku heya niha jî hikûmeta Iraqê ji bo hevdîtinan ji aliyê hikûmeta Iraqê ve ti daxwazek nehatiye pêşkeş kirin û got: “Em dixwazin pirsgirêkan di çarçoveya Destûra Iraqê de ji bo îro û nifşên paşî, werin çareserkirin. Niha divê Bexda vê biryarê bide. Em dixwazin li gel hêzên siyasî yên Iraqê jî rûnin.”
Nêçîrvan Barzanî dubare kir, ku bi pesendkirina reşnivîsa bûdeyê dixwazin qewareya Herêma Kurdistanê hilweşînin û ev jî pir xeter e û got: “Birçîkirina gelê Kurdistanê ne di berjewendiya Ebadî û ne jî di berjewendiya ti siyasetvanekî din ê Iraqê ye.”
Li ser pirsekî derbarê beşdarbûna Tevgera Goran li proseya siyasî de Barzanî diyar kir: “Tevgera Goran beşeke ji aliyê siyasî yê vî welatî. Ew di parlamentoyê de xwedan kursî ne. Ez dixwazim demek ji ya din zûtir wezîrên Tevgera Goran vegerine nav hikûmetê.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da xuyakirin, ku ew dixwazin herdem li gel Tirkiye û Îranê di nava gotûbêjan de bin û got: “Em alîkariyên Tirkiye û Îranê ji bîr nakin. Herêma Kurdistanê dixwaze li gel cîranên xwe di aştiyê de bijî. Em dixwazin Tirkiye û Îran jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de alîkar bin di çarçoveya Destûra Iraqê de.”
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, ku ligel Tirkiye û Îranê peywendiyên Herêma Kurdistanê berdewam bikin û eger ew bixwazin hevdîtinê bikin, hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amade ye.
Derbarê navçeyên nakok de jî Barzanî diyar kir, ku dixwazin ji bo çareserkirina pirsgirêka van navçeyên mekanîzma hebe û xelk jî vegerin malên xwe.
Nêçîrvan Barzanî got: “Ji ber nebûna ewlekarî û aramiyê zehmet e nîştecihên Kerkûk û navçeyên din di vê rewşê de vegerine malên xwe.”

Attachments area




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact