Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 21 JUN 2018 03:27 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Hikûmeta Kurdistanê bo Bexdayê: Projeya budceyê pesend nekin ji ber li dijî destûr e
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê derbarê reşnivîsa projeya bûdceya Iraqê ya sala 2018ê daxuyaniyek belav kir û ragihand, ev proje bêyî beşdarbûna Herêma Kurdistanê hatiye amadekirin, armanca wê hilweşandina qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê ye û derveyî yasayên federalî birêvebirina darayî ye.

Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê îro Yekşemê 5-11-2017 daxuyaniyek belav kir û bi 4 xalan binpêkirina destûrî ya reşnivîsa bûdceya 2018ê ya Iraqê ron kir.
Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê ragihand, ku ev reşnivîs bêyî beşdarbûna Herêma Kurdistanê ji aliyê Wezareta Darayî ya Iraqê ve bi yekalî hatiye nivîdandin û daxwaz kir, ku hikûmeta Iraqê bi wî awayî projeyê qebûl neke.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ku bi vî awayî amadekirina reşnivîsa bûdceyê berovajiyê yasaya rêvebirina darayî ya jimare 95 a sala 2014ê û madeyên 105, 106 û 121 e, ku beşdarbûna Herêma Kurdistanê ya di amadekirina projeya bûdceyê de garantî dike.
Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê kêmkirina bûdceya Herêma Kurdistanê weke “cezakirina bi kom a gelê Herêma Kurdistanê” bi nav kir û eşkere kir, ku para ji bo Herêma Kurdistanê hatiye diyar kirin, ti sûdekê nagihîne hemwelatiyan.
Di gelek cihên reşnivîsa bûdceya Iraqê de navê hikûmeta Herêma Kurdistanê weke “hikûmeta parêzgehan” hatiye nivîsandin. Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê da xuyakirin, ku ev binavkirin li dijî madeyên 117 û 121 ên Destûra Iraqê ne, ku Herêma Kurdistan weke herêmeke federal hatiye naskirin, xwedan desthilatên yasadanîn, cîbicîkirin û dadweriyê ye.
Kêmkirina bûdceya Herêma Kurdistanê ji sedî 17 ji bo ji sedî 12.67 jî xalekê din e ku Civata Wezîran di daxuyaniya xwe de amaje pê dike û dibêje: “Ti bingeheke destûrî ya kêmkirina para bûdceya Herêma Kurdistanê nîne û ev yek li derveyî rêkeftina hevbeş e.”
Daxuyanî balê dikişe ser wê yekê, ku di demekê de Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, ji bo pêdana meaşên karmend, fermanber û meaşxurên Kurdistanê destpêşxeriyek eşkere kiriye lê di reşnivîsê de hejmara meaşxurên Herêma Kurdistanê  weke, 682 hezar û 21 kes hatiye destinîşankirin û ji bo meaşê heyvane ya wan jî tenê 206 milyar dînar hatiye terxan kiirn. Herwiha tenê 128 milyar dînar jî ji bo meaşê çavdêriya civakî, malnişîn, malbatên şehîdan û kêmendaman û herwiha sûdmendên çavdêriya civakî hatiye terxankirin, ku ev jî bi giştî dike 334 milyar dînar.
Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê dide zanîn, ku li Herêma Kurdistanê milyonek û 249 hezar û 481 meaixur hene û meaşê wan ê mehekê jî dike 897 milyar û 500 milyon dînar.
Di daxuyaniya xwe de Civata Wezîran daxwazê ji hikûmeta Iraqê dike da ku ji bo bi hevre amadekirina reşnivîsa bûdceyê derfetekî biafrîne û xalên berovajiyê destûrê ne sererast bike û wiha dibêje: “Ev yek li dijî berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê, bingeha şîrîkatî, bi hevre jiyana li Iraqê û dabînkirina para dadperwerî ya Herêma Kurdistanê ne. çimkî kêmkirina para Herêma Kurdistanê bi vê rêjeya mezin, cezakirina bi kom a hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ye.”




Nûçeyên din

Pêşmerge dê li dijî DAIŞê li Mexmûrê operasyonê bike

TUESDAY, 19 JUNE 2018 16:06:52

Mexmûr-KDP.info- Ev çend roj in ku terorîstên DAIŞê li sînorê Mexmûrê tevgera wan zêde bûye û wek berpirsekî jî dibêje, eger nêta DAIŞê hebe dikare pêş bikeve û bajaran jî dagîr bike, lê Pêşmerge amadekariyan dike ji bo jinavbirina wan terorîstan. Fermandarekî Pêşmerge li Mexmûrê jî eşkere dike ku ewê operasyonekê li dijî DAIŞê li derdora Mexmûrê encam bidin.

 
Kurd di nivîsandina destûrê Sûriyê de beşdar bibin

TUESDAY, 19 JUNE 2018 16:06:41

Dihok-KDP.info- Biryar e 8 kesayetiyên Kurd di civînên Cinêfê de beşdar bibin, ku ew civîn taybet dibin bi nivîsandina destûrê Sûriyê.

 
Heşda Şeibî gefê li Kurdên Şebek dike

TUESDAY, 19 JUNE 2018 14:06:20

Deşta Neynewa-KDP.info- Nûnerê Kurdên Şebek di Parlamentoya Iraqê de Salim Şebek dibêje, Heşda Şeibî berdewam e li ser gefên xwe yên li dijî Kurdên Şebek.

 
"Li Efrînê xelk êş û azareke mezin dibînin”

MONDAY, 18 JUNE 2018 16:06:39

Efrîn-KDP.info- Çavdêreke siyasî ji Rojavayê Kurdistanê dibêje, girûpên tundrew ên opozisyona Sûriyê li Efrînê xelkê bi tundtirîn şêwe azar didin. Rêxistina Human Rights Watch jî eşkere dike ku ew çekdar jibilî ku xelkê azar dikin, cih û warên wan jî wêran dikin ji bo ku Kurd venegerin ser mal û halê xwe.

DAIŞ li Xaniqîn serokê eşîreke Kurdî û hevjîna wî teror kirin

MONDAY, 18 JUNE 2018 16:06:00

Xaneqîn-KDP.info- Terorîstên DAIŞê li sînorê Xaneqîn serokê eşîreke Kurdî bi navê Serokê Eşîra Hemend û malbata wî teror kirin.



 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP