Mexmûr-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Mexmûrê Cemal Murtke ragihand ku şer li nava Mexmûrê diqewime û Hêzên Pêşmerge wî bajarokî bi temamî rizgar dikin.
Cemal Murtke ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge li nava Mexmûrê şerê Heşda Şeibî dikin û artêşa Iraqê û Heşda Şeibî hatine şikandin, ku kêmtir ji saeteke din dê Hêzên Pêşmerge Mexmûr bi temamî rizgar bikin.”
Murtke wiha got: “Heşda Şeibî di şikestineke mezin de ye û tê şikandin. Niha beşek ji Pêşmerge li nêzîkî sayloya Mexmûrê şer dikin.”