Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî di peyamekê de hatina Cejna Cemayê li hemû Êzdiyên Kurdistan û cîhanê pîroz kir û ji Êzdiyan re ragihand: “We ew yek ji bo hemû aliyekî piştrast kir ku çi hêzek nikare we ji gelê Kurdistanê veqetîne û ji bo wê helwesta we ya niştîmanî destxweşiyê li we dikim.”
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta cejna cemayê, pîrozbahiyeke germ pêşkêşî hemû Êzdiyên Kurdistan û cîhanê dikim.
Kurdên Êzdî herdem şanaziyê bi kultûr û helwesta netewayetî û Kurdistaniyê ve dikin û ji bo wê yekê xebat kirine û qurbanî dane, di referanduma 25 ê Îlonê de jî carekî din we ew yek ji bo hemû aliyekî piştrast kir ku çi hêzek nikare we ji gelê Kurdistanê veqetîne û ji bo wê helwesta we ya niştîmanî destxweşiyê li we dikim.
Hêvîdar im Cejna Cemayê û hemû helkeftên we yên olî xweşiyê ji bo we vegerîne û bi gur û tînekî zêdetir, xizmeta gel û welat û ola we bike.
Mesûd Barzanî
12.10.2017”