Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 19 APR 2024 01:01 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Hikûmeta Kurdistanê bi belge bersiva gef û tometên Ebadî da
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî bersiva gefên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî da. Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje: “Serokwezîrê Iraqê birêz Heyder Ebadî li gel berdwamîdana bi cezakirina bi komî ya xelkê Kurdistanê, li gorî biryarên xwe yên siyasî û nedestûrî, duh 10-10-2017 di konfransa rojnamevaniya xwe ya heftane de, careke din sivikatî bi pîroziyên xelkê Kurdistanê kir, herwiha gefa êrişkirina ser Kurdistanê kir. Di heman demê de Herêma Kurdistanê bi komek tohmetên din jî tohmetbar kir. Li gel ku me rêz bo kesatiya Heyder Ebadî û wan (kesan) jî heye ku piştgiriya wî dikin, lê em bi pêwîst dizanin ku bi kurtî çend rastiyan ji xelkê Iraqê û raya giştî ya cîhanê re zelal bikin.”

Di daxuyaniya xwe de Hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha berdewam dike:

“Yekem: Em hez dikin birêz Heyder Ebadî, ku di bin daxwaza fraksyonên Kurdistanî û fraksyonên din ên parlamentoya Iraqê de û di dema dana baweriyê bi wî de ragihand, dê rûbirûyê gendeliyê bibe, niha wê soza xwe cîbicî bike, her weke çawan ku di vê bareyê de me ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve alîkariya wî kiriye, niha jî bi hemû şêweyekê em hevakriya wî  dikin. Iraq li gorî dawîn polînbendiya Rêxistina Şefafiyeta Navdewletî, yek ji 10 dewletên herî gendel ên cîhanê ye ku di nava 176 dewletên li cîhanê de di rêza 166mîn de ye. Herwiha piştî ku Iraq ji paş sala 2003ê ve 850 milyar dolar ji frotina aşkere ya hikûmî ya petrolê ve bi dest xist, lê belê hevwelatiyên Iraqê weke hevwelatiyên welatên hejar ên cîhanê dijîn û Iraq xwedî jêrxaneke aborî û xizmetguzariyeke gelek xirab e.

Duh ku wî yê birêz bo gelên Iraqê qise dikir, parlamenterên Iraqê ku hinek ji wan li wî nêzîk in, behsa diyarnemana bi milayaran dolarên îsal ên ji deriyên sînorî yên Iraqê û firokexaneyên Iraqê û bi dizî firotina rojane bi dehan hezar bermîlên petrola Iraqê li navçeyên di bin desthilata hikûmeta Iraqa federal de dikirin.

Herêma Kurdistanê gelek baca (berdêla) ne îstiqrariya rewşa Iraqê û pileya Iraqê di polînbendiya Rêxistina Şefafiyeta Navdewletî de daye û em amade ne ji bo hemû cureyên alîkariyê li gel hikûmeta Iraqê bo rûbirûbûna gendeliyê û başkirina pile û navûdengê Iraqê li ser asta cîhanê.

Ya ku girêdayî hesabên petrola Herêma Kurdistanê ye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê niha li gel du ji navdartirîn kompaniyên cîhanî yên çavdêrkirin û hûrbîniyê kar dike û niha ew hesaban di ber çavan re derbas dikin yên berê heta niha, em amade ne jî bo hemû cureyên alîkariyê û lêkolîneke hevbeş li gel hikûmeta federalî ya Iraqê bo lidûvçûn û lêkolîna li ser hesab û dahata petrola Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî ji sala 2003ê ve heta niha. Di bingeh de jî li gorî madeya 106 a Destûra Iraqê diviyabû desteyeke giştî bo çavdêrîkirina dabeşkirina dahatên federalî, ji nûnerên hikûmeta federalî û herêman û parêzgehan were pêkanîn, ji bo çavdêrîkirina dabeşkirina dahatan û deynên navdewletî, ji bo ku bi şêweyekê dadmendane li ser herêm û parêzgehan li gorî rêjeyên diyarkirî bihê dabeşkirin. Herêma Kurdistanê û piraniya parêzgehên Iraqê jî di vê bareyê de nedadmendiyeke mezin li hember wan hatiye kirin.

Piştî wê amadeyiya fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, êdî pêwîst nake bi şêweyeke provakatîv û bi rêya propagandayê û bi armanca propagandayên hilbijartinê, rabigihînin ku me daxwaz kiriye çavdêriya hesabên berpirsên Herêma Kurdistanê were kirin, çimku ew yek ji bilî kepîneke siyasî ya hilbijartinan, tişteke din nîne.

Duyem: Ew biryarên ku bi navê Encumena Wezîran û Encumena Asayişa Niştimaniya Iraqê ve hatine derxistin û bo welatên cîran hatine şandin û careke din birêz Heyder Ebadî tekezî li ser wan kir, biryarên siyasî ne û bi mebesta cezakirina bi kom a xelkê Kurdistanê ne bi hevkariya li gel welatên biyanî, ew (biryar) biryarên nedestûrî ne li gorî Destûra Iraqê û serederîkirin û daxwazkirineke aşkere ji welatên biyanî ne, bi armanca cezakirina beşek ji gelê Iraqê, bo wê mebestê jî berovajiya Destûrê beşek ji artêş û hêzên çekdarên Iraqê ji bo tirsandina xelkê Herêma Kurdistanê û rahênana li ser dagîrkirina deriyên sînorî bi alîkariya hêzên Tirkiyê û Îranê bo welatên din hatine şandin, her weke ku birêz Heyder Ebadî dibêje, wan fermanber jî bo vê mebestê şandine bo wan her du welatan. Ew her du pêngav li gorî bingehên giştî û madeyên taybet ên Destûra Iraqê, binpêkirinên mezin ên destûrî ne û divê parlamentoya Iraqê ji wan bêdeng nemîne. Eger parlamento bixwaze çavdêriya cîbicîkirina destûrê bike û biryarên wê dûr bin ji rikeberiyên siyasî yên navxweyî û artêşa Iraqê jî dûr be ji wan rikeberiyan, her weke ku di Destûrê de hatiye.

Birêz Heyder Ebadî ew biryar dûr ji prensîpa lihevkirinê derxistine ku prensîpa bingehîna Destûrê ye bo biryardan û birêvebirina karûbarên Iraqê. Di nava Encumena Wezîran a Iraqê de wezîrên Kurd û wezîrên din ên nerazî li hember wan biryaran hene. Herwiha bi biryara dorpêçkirina Kurdistanê zirareke mezin gihandiye hevwelatiyên Iraqê jî, wisa kiriye ku gelê Iraqê bi giştî bixe nava dorpêçeke navxweyî ku danin ser hev. Niha xalên kontrolê yên artêş, polîs û hêzên dinên Iraqê rêgiriyê ji çûna pincar (sewze) û mîwe û gelek curên xurakê dikin, daku ji Herêma Kurdistanê ve negihîjin navçeyên dinên Iraqê, bi wê sedemê jî nirx li ser mile hevwelatiyên Iraqê gelek giran bûne. Herwiha nefta spî li ser wan deverên parêzgeha Diyale û parêzgehên din qut kiriye ku beşdarî di referandumê de kirine, geştên esmanî yên navdewletî jî li her du firokexaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê rawestandiye.

Li gorî hemû lidûvçûnên me, ev biryar rasterast ji aliyê Serokwezîr bi xwe ve hatiye dan û hemû desthilatên gotûbêjkirinê jî di vê bareyê de ji Wezareta Veguhastin û Gihandina Iraqê bo gotûbêja li gel Herêma Kurdistanê hatine standin, bi xwe jî amade nîne ku di vê bareyê de gotûbêjê li gel Herêma Kurdistanê bike, bi vê şêweyê jî jiyana medenî li xelkê Kurdistanê zehmet kiriye û ew yek cudakariyeke regezperestane ye li hember xelê Kurdistanê, çimku geştên navdewletî ti firokexaneyeke din nehatiye qedexekirin û heta dema referanduma Kurdistanê. Li gorî hemû daxuyaniyên berpirsên Iraqê, firokexaneyên Kurdistanê cihê şanaziya wan e, lê belê heta îro jî berdewam ji aliyê parlamenter û berpirsên pispor ên Iraqê ve rexne li neyasayîbûna birêvebirina karê firokexaneyên dinên Iraqê digire.

Bo rêgirtina ji dirêjîkêşana wan cezakirinên bi komî, em careke din bang li birêz Heyder Ebadî dikin, ku em amade ne bo hemû cureyên gotûbêj û hevkariyekê derbarê deriyên sînorî, bazirganiya navxweyî, dabînkirina xizmetguzariya hevwelatiyan, bank û firokexayan, li gorî Destûra Iraqê.

Sêyem: Birêz Heyder Ebadî çend caran di axavtinên xwe de gef li Pêşmerge xwar ku nabe rêgiriyê li artêşê û hêzên çekdarên Iraqê bigire li navçeyên arîşedar. Em ji hemû cîhanê re radigihînin, piştî wan gefan, berpirsatiya hemû şer û aloziyekê ku li wan navçeyên ewle û bi îstiqrar çê bibe, dikeve stuyê birêz Heyder Ebadî weke serokê hikûmetê û Fermandeyê Hêzên Çekdarên Iraqê, her tiştek ku birêz Ebadî derbarê hebûna artêşa Iraqê li bajar û sînoran jî dibêje, li gorî Destûra Iraqê nedestûrî ye.

Birêz Heyder Ebadî, zêdetir ji hemû kesekê dizane ku pêşmerge bi çekeke gelek sade, lê belê bi xwîna xwe û bi îradeyeke polayîn, Kerkûk û navçeyên din ji DAIŞê parast, piştî ku artêşa Iraqê ji wan navçeyan reviya û hemû çekên xwe jî ji DAIŞê re bi cih hîşt. Piştre jî rêkevtin di navbera her du aliyan de hat kirin bi amadebûna Hevpeymanan bo rûbirûbûna DAIŞê û hatina hêzên Iraqê bo herêmê û ji ber rawestandin û piştre jî têkşikandina DAIŞê ji aliyê pêşmerge ve bi alîkariya hevpeymanan, artêş û hêzên Iraqê bi alîkariya hevpeymanan dest bi operasyonên xwe kirin bi piştevaniya pêşmerge.

Herwiha xelkê wan navçeyan şahid in ku pêşmerge çawan weke hev reftar li gel hemû pêkhateyan kiriye, lê belê bi dehan raportên rêxistinên cîhanî yên çavdêriya mafên mirov, bi hezaran bûyerên girtin û windakirinê, talankirin, xirabkirin, kuştin û îdamkirina bi kom li ser hêzên iraqî belav kirine. Bi sedema wan reftaran û bêserûberiya di rêvebirina hinek ji hêzên iraqî de, heftiya bihorî navê Heşda Şeibî bo nava lîsta Şermezariyê hate xistin ku birêz Ebadî bi wê yasaya ku ji bo Heşda Şeibî derxistiye, Fermandeyê Heşda Şeibî ye jî.

Ebadî dibêje, gotine ku em dê sînoran bi xwînê çê bikin, ev nerast e, belku hemû serok û berpirsên Kurdistanê zelal kirine, ku pêşmerge bi xwînê sînor û bajar û gundên xwe parastine, bi xwîna xwe saxmelî û pêkvejiyan û şaristanî parastine, wisa kir ku bajarê Kerkûkê û gelek bajar û bajarokên ser bi parêzgeha Mûsilê, Diyale û Tikrît, weke Enbar û Mûsilê û cihên din wêran nebin. Niha jî divê birêz Ebadî wan (kesan, aliyan) ceza bike ku bûne sedema wêranbûna bajar û parêzgehan. Ewên ku bi dehan sivîl bi kom kuştin, çendîn tax weke tolhildana korane li bajarên navenda Iraqê wêran kirine, ne ewên ku bûne sedema parastina bajaran û şaristaniyê ji destê êrişên hovane. Herwiha serkirdatiya siyasiya Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî çendîn caran ragihandine ku ti tiştek dûr ji rêkarên destûrî û demokratîk li ser ti navçeyekê nasepînin, bo vê mebestê jî em berdewam amade ne bo gotûbêjê.

Çarem: Birêz Ebadî hikûmet û berpirsên Herêma Kurdistanê bi wê yekê tohmetbar dike, ku me welatên cîran li dijî Iraqê han dane (teşwîq kirine) û şanda Herêma Kurdistanê ciddî nebûye di gotûbêjên berî referandumê, herwiha wê jî aşkere dike ku ew biryarên li dijî xelkê Kurdistanê derxistine, berî du mehan ji encamdana referandumê di gotûbêjeke nihênî de li gel Îranê û Tirkiyê behs kirine. Birêz Ebadî bi xwe berî hemûyan dizane û welatên herêmê jî şahi din ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hewl dan, daku pêwendiyên Tirkiyê li gel hikûmeta Iraqê asayî bibin, herwiha me welatên cîranê Iraqê han dane, ku pêwendiyên xwe li gel Iraqê baş bikin.

Derbarê gotûbêjkirina li gel Iraqê de jî, em hingê û niha jî ciddî ne, her neciddîbûna hikûmeta Iraqê di gotûbêjan de bû ku bû sedem gelê Kurdistanê referandumê encam bide, lê belê ji ber wan gotûbêjên nihênî yên ku berî du mehan birêz Ebadî li gel welatên cîran encam dane û niha jî berdewamiyê pê dide, bi şêweyeke gelek ne asayî û neyasayî gotûbêjê red dike, di demekê de ku me ragihandiye ku bêyê merc û bi pêşwazîkirina li bangewaza birêz Ayetullah Seyid Elî Sîstanî em amade ne bo gotûbêjeke vekirî li gel hikûmeta Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkan.

Pêncem: Birêz Ebadî hinek tohmetan dixe histê Hêzên Pêşmerge ku bûne sedem ku çekdarên DAIŞê ji şerê Hewîce birevin û li navçeyên Kurdistanî ew çekdar bikevin destê Pêşmerge. Ebadî idîa dike ku wî daxwaz kiriye ku Wezîrê Navxwe yê Iraqê komîteyekê pêk bîne ji bo wergirtina îfadeya wan çekdaran li Kerkûkê, lê Hêzên Pêşmege rê nedane wan.

Bi rastî ev tometeke din ji Ebadî ye ku ti rastiya wê tune ye, ji ber ku Hêzên Pêşmerge û dezgehên ewlehiyê yên Hikûmeta Kurdistanê weke beşek ji Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, ti carî rê li pêşiya Hevpeymanan û Hikûmeta Iraqê negiritiye ku îfadeya çekdarên dîl ên DAIŞê werbigrin. Lê belê Hikûmeta Kurdistanê berdewam hewl daye ku tawanên DAIŞê li saziyên navdewletî wek jenosîd bên naskirin.

Herwiha em dibêjin, birêz Ebadî rêkeftinên xwe ligel Hêzên Pêşmege şikandin û tenê hêzên Iraqê bê Pêşmerge operasyona Hewîce kirin, ew jî tenê mebesta wî dijayetiya Pêşmerge bû, lê dîsa jî Hêzên Pêşmerge hemû alîkariyên pêwîst pêşkêşî hêzên Iraqê kir û xwe dûr girtin ji bersivdana wan helwêstên Iraqê. Herwiha Hêzên Pêşmerge ji ber derketina navê wan li ser asta hemû cîhanê bi parastina sivîlan, di dema êrişên hêzên Iraqê li ser navçeyên Iraqî, xelkê wan navçeyên li şûna ku berê xwe bidin navçeyên bin destê we, dihatin û berê xwe didan navçeyên Pêşmerge û wek em dizanin 2 milyon û 700 hezar koçberên erebên sunnî berê xwe dan Kurdistanê.

Herwiha beriya derketiya DAIŞê jî bi dehan hezar xelkê navçeyên sunnî ji ber şerê mezhebî reviyan Kurdistanê û me ew hewandin û heta niha jî tenê yek bûyereke xerab jî li hemberî yekî ji wan koçberan nehatiye kirin. Xelkê Kurdistanê wek mervê xwe kar ligel wan dikin. Tevî ku Hikûmeta Iraqê qet alîkariya wan koçberan nekiriye, lewma jî barekî giran ketiye ser milê Hikûmeta Kurdistanê.

Herwiha ji ber siyaseta mezhebgerî ya Hikûmeta Iraqê, destûr hatiye piştguhxistin û dewleta welatîbûn û medenî nemaye, lewma jî kuştina welatiyan û qulkirina serê serokeşîran li pêşiya çavê zarokên wan ji ber mezheba wan, bûne sedem ku civaka Iraqê perçe bibe û bi milyonan sune berê xwe bidin welatên cîran. Vê yekê hişt ku Qaîde û piştre jî DAIŞ li Iraqê derkeve.

Şeşem: Ev demek e ku birêz Ebadî û dezgehên medayî yên Hikûmeta Iraqê bi qestî navê Kurdistanê nabêjin û berdewam di axaftinên xwe de navê “Bakurê Iraqê” tînin ser zimanê xwe. Ev yek berûvajî destûrê Iraqê ye û bûye sedema dilgiraniya gelê Kurdistanê. Bi rastî ev yek nîşana wê yekê ye ku jenosîda ku hatiye serê gelê Kurdistanê û wêraniya ku Iraqê dîtiye ji ber şerê mezhebî, ti îbretek jê nehatiye dîtin. Lewma niha navê Kurdistanê qedexe dikin û bi biryareke siyasî xelkê Kurdistanê bi komî ceza dikin û hewl didin zêdetir xelkê Kurdistanê dorpêç bikin.

Di dawiyê de em ji birêz Heyder Ebadî re dibêjin, çareserkirina pirsgirêkan bi dorpêçkirin û cezakirina bi komî ya bi alîkariya welatên cîran, bicîh nayê. Ji ber ku dê encamên wê yên xerab hebin. Ew jî wek çawa bingehên sereke yên hevbeşiyê di destûra Iraqê de mîna dana biryaran bi rêkeftin, hatine binpêkirin û ev yek jî bûye sedema wêranbûna Iraqê û mirina bi sedhezaran welatiyên Iraqê û koçberbûna bi milyonan kes. Lewma jî pêwîst e niha em dest bi gotûbêjeke hikûmî û siyasî di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê û hemû frakisyonên siyasî yên Iraq û Kurdistanê de bikin, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê

11-10-2017”




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact