Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 25 SEP 2018 18:46 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Artêşa Iraqê nikare êrişî navçeyên Kurdistanî bike
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Piştî birêveçûna proseya referanduma serxwebûna Kurdistanê, daxuyanî û gefên berpirsên Bexdayê zêde bûne, ku dibêjin emê artêşa xwe bişînin navçeyên Kurdistanî yên rizgarkirî, lê li gorî rêkeftineke 3 qolî di navbera Hewlêr, Bexda û Amerîka de, hêzên Iraqê nikarin êrişî navçeyên Kurdistanî bikin.

Duhî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxwaz ji Hêzên Pêşmerge kir ku di dema çûna hêzên Iraqê bo navçeyên madeya 140 û nexasim jî Kerkûkê, Pêşmerge xwe ji pevçûn û şer dûr bixin.
Parlamenterê Kurd li Bexdayê û endamê Komîteya Asayiş û Bergiriyê di Parlemantoya Iraqê de, Şaxewan Ebdulah eşkere dike ku li gorî rêkeftineke 3 alî, artêşa Iraqê nikare biçe navçeyên Kurdistanî.
Wî parlamenterê PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Meha Îlonê di sala 2016 de rêkeftineke 3 alî di navbera Amerîka û Iraq û Kurdistanê de çêbû û li gorî wê rêkeftinê ti hêzeke Iraqê nikare bê sînorê Kurdistanê, eger rêkeftin nebe.”
Şaxewan Ebdulah derbarê wê yekê de dibêje: “Li gorî destûra Iraqê jî Bexda nikare hêzê bişîne ser Kurdistanê, ji ber ku heta niha em beşek in ji Iraqê û referandum jî mafekî rewa û desturî. Eger milîsên li Iraqê êrişî Kurdistanê bikin dê hevpeyaniya navdewletî alîkariya Pêşmerge bike.”




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî: Avedanî li Kurdistanê dest pê dike..Me qonaxa dijwar derbas kir

TUESDAY, 25 SEPTEMBER 2018 16:09:03

Duhok-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma danîna kevirê bingehîn ê rêya Roviya-Gopal li parêzgeha Duhokê ragihand, 80 milyon dolar bo vê projeyê hatiye terxankirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo vejandina piraniya navçeyan plan amade kirine. Nêçîrvan Barzanî tekez kir, ji niha pê ve li Kurdistanê avedanî dest pê dike.

 
Di nava siyasetmedarên Ewropa de behsa salvegera referandumê hat kirin

MONDAY, 24 SEPTEMBER 2018 19:09:44

Hewlêr-KDP.info- Di civîna serkirdatiya Lawê Partiya Gelên Ewropa li bajarê Boxarêst paytexta Romanya, behsa yekemîn salvegera referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê hat kirin.

 
Japonya: Kurdistan navendeke girêng a aştî û aramiyê ye

MONDAY, 24 SEPTEMBER 2018 19:09:22

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Japonya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan got ku Kurdistan navendeke girêng e ji aştî û aramiyê, lewma jî ew dixwazin di hemû waran de têkeliyên xwe ligel Kurdistanê bihêz bikin.

Serok Barzanî: Ez piştgiriyê li Fuad Husên dikin

MONDAY, 24 SEPTEMBER 2018 15:09:31

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî peyamek bo piştevaniya li Dr. Fuad Husên bo bidestxistina kursiyê serokomariya Iraqê belav kir û tê de ragihand: “Ji ber şiyan û jêhatîbûna wî min bi baş dît ku birêz Dr. Fuad Husên bo vî kursî berbijêr bikim.” Serok Barzanî herwiha dibêje: “Em bi hemû şiyanekê piştevanî li Dr. Fuad Husên dikin.”

Serok Barzanî: Me dest ji armancên xwe bernedaye..Emê guhertin û çaksaziyeke mezin bikin

SUNDAY, 23 SEPTEMBER 2018 17:09:19

Silêmanî-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ragihand, ku eger di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de PDK biserkeft dê guhertin û çaksaziyeke mezin bike.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP