Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 24 JUN 2018 02:33 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Encamên dawî yên referandumê belav bûn
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Komisyona Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê encamên dawî yên referanduma serxwebûna Kurdistanê belav kir, 3 milyon û 305 hezar û 935 kesî di proseyê de beşdar bûn, ku bi rêjeya 72.92 ji sedî bû.

Li gor nivîseyeke fermî ya komisyonê, dengê belê di proseya referanduma serxwebûna Kurdistanê 2 milyon û 861 hezar û 473 kes bûn. 224 hezar û 464 kesan jî dengê nexêr dabûn. Dengên spî û betal jî 219 hezar û 90 deng bûn.




Nûçeyên din

“Jihevêzîkbûna aliyên Iraqê pir zehmet e..Naxwazin dest ji deselatê berdin”

SATURDAY, 23 JUNE 2018 18:06:58

Hewlêr-KDP.info- Iraqê ji ber lidarxistina hilbijartinan di meha borî de, di rewşeke dijwar de derbas dibe. Şirovekarekî siyasî jî dibêje, hêj ezmûna demokrasiyê li Iraqê qels û lawaz e, ku hinek alî astengiyan ji pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê re derdixin.

 
Sekreterê NY: Ez hertim xembarê pirsa gelê Kurd im..Em ji rewşa Efrînê dilgiran in

SATURDAY, 23 JUNE 2018 14:06:44

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ragihand ku ew hertim xembarê pirsa gelê Kurd bûye û ji rewşa Efrînê jî dilgiran in.

 
Encûmena Bajêrvaniya Şingalê: Emê vegerin Şingalê

SATURDAY, 23 JUNE 2018 12:06:54

Şingal-KDP.info- Serokê Encûmena Bajêrvaniya Şingalê Weyis Nayif dibêje, biryar e di çend rojên bê de encûmena wan vegere Şingalê û dest bi karê xwe bike. Herwiha tekez dike ku bi hebûna Amerîka li Şingalê dê ewlehî vegere wê navçeyê.

 
Şeşo: Şêwirmendên leşkerî yên welatan li Şingalê navendeke leşkerî ava dikin

THURSDAY, 21 JUNE 2018 18:06:56

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Çiyayê Şingalê Qasim Şeşo ragihand ku çendîn şêwirmendên leşkerî yên welatan hatine Şingalê û li wir navendeke leşkerî mezin ava dikin.

 
Berpirsekî PDKê: Hêzên Iraqê nikarin Xaniqîn biparêzin..Pêşmerge venegerin dê bajêr bikeve destê DAIŞê

THURSDAY, 21 JUNE 2018 17:06:40

Xaneqîn-KDP.info- Îro li dijî tevger û çalakiyên DAIŞê li derdora Xanexîn û ji bo vegera Hêzên Pêşmerge bo navçeyê, xwepêşandanek li Xaneqîn birêve çû. Berpirsekî PDKê li wê deverê dibêje hêzên Iraqê nikarin Xaneqîn biparêzin û eger Hêzên Pêşmerge venegerin navçeyê dê bajarê Xaniqîn bi temamî bikeve destê wan terorîstan.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP