Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 20 APR 2024 04:33 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Almanya hewl ji bo diyalogeke vekirî di navbera Hewlêr û Bexda de dide
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Almanya li Iraqê kir û ragihand, pêwîst e Bexda dawî li biryarên zêderûyî yên li dijî Herêma Kurdistanê bîne.

Îro 10-10-2017 Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Almanya li Iraqê Cyril Nann û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de dawî pêşhatên siyasî û karvedanên piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê hatin guftûgokirin.

di hevdîtinê de, Balyozê Almayayê ragihand, armanca wî ji serdana Herêma Kurditanê, hewldan ji bo destpêkirina guftûgoyeke vekirî di navbera Hewlêr û Bexdayê û kêmkirina girjiyan e.

girêdayî bi karvedanên Bexdayê yên ji piştî referandûma serxwebûnê, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê amaje bi wê kir, ku cudahî bi gef û tundûtûjiyê çareser nabin.

Got jî: “Pêwîst e Bexda dawiyê li tedabîr û biryarên zêderûyî yên li dijî Herêma Kurdistanê bîne.”

Herwiha ragihand, pêwîst e civaka navdewletî piştevan û alîkarê be, ji bo Bexda dest bi guftûgoyên vekirî ligel Hewlêrê bike. Herwiha tekezî li ser wê jî kir, Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li her hewlekw navdewletî dike, ji bo peydakirina aştî û aramiya zêdetir li navçê.

Ji aliyê xwe ve, Balyozê Almanya li Iraqê ji bilî bilindnirxandina rola Pêşmerge di têkşikandina teroristan de û ewlehî û aramiya heye, amadehiya welatê xwe nîşan da, ji bo alîkarîkirina Bexda û Hewlêrê ji bo avakirina binemayeke hevbeş bo têgihêştin li ser dozên hevbeş. Tekez kir jî, aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê ji Almanyayê re cihê girîngiyê ye.


Attachments area




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact