Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 12 DEC 2017 03:36 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Rûsya: Emê nefta Kurdistanê bigihînin Derya Reş
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Enerjiyê yê Rûsyayê ragihand, veguhastina petrol û gaza Herêma Kurdistanê bi riya Tirkiyê re berdewam dibe.

Wezîrê Enerjiyê yê Rûsyayê Alexander Novak di daxuyaniyeke de bo K24ê ragihand, petrol û gaza Herêma Kurdistanê bi hêla boriya deryaya Reş ve tê girêdan.

Herwiha ragihand jî, gefên rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve, bûye yek ji mijarên germ ên rojeva Rûsya û cîhanê.

Wezîrê Enerjiyê yê Rûsyayê tekez kir, ew hêla petrol û gaza Kurdistanê digihînin boriyên deryaya Reş, ev jî wek amajeyekê bi berdewamiya veguhastina petrol û gaza Kurdistanê di riya Tirkiyê re ye.




Nûçeyên din

Serok Barzanî: Para herî mezin ji êş û azarên gelê me li ser milê jinan bû

MONDAY, 11 DECEMBER 2017 20:12:57

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî bi boneya 65 saliya damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê peyamek ji wê yekîtiyê û ji hemû jinên Kurdistanê re şand û ragihand ku para herî mezin ji êş û azarên gelê me li ser milê jinan bû.

 
Almanya: Em piştgiriyê li hikûmeteke bihêz li Kurdistanê dikin

MONDAY, 11 DECEMBER 2017 19:12:04

Hewlêr-KDP.info- Balyozê Almanya yê li Iraqê Cyrill Nunn di hevdtina li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de tekezî li ser pêwîstiya hebûna diyalogeke ciddî di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ku di çarçoveya Destûra Iraqê de be, kir û ragihand, Berlîn “piştgiriya hikûmeteke bihêz li Herêma Kurdistanê dike.”

 
Mamoste û xwendekar: Helwestên Iraqê nîşan didin ku biryara referandumê pir rast û di cihê xwe de bû

MONDAY, 11 DECEMBER 2017 18:12:22

Hewlêr-KDP.info- Mamoste û xwendekarên zanîngehên li Hewlêrê xwepêşandaneke nerazîbûnê li dijî Hikûmeta Iraqê û bo piştgiriya Hêzên Pêşmerge lidar xistin û tê de ragihandin ku gelê Kurdistanê azadîxwaz e û êdî Kurd bindestiyê qebûl nakin.

 
Mesrûr Barzanî: Amajeyên metirsîdar hene..Bexda dest ji rêkarên leşkerî bernedaye

MONDAY, 11 DECEMBER 2017 17:12:47

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî radigihîne, tişta ku di pratîkê de diyar dibe ew e, ku hê jî Bexdayê dest ji rê û rêbazên leşkerî bernedaye, ku ev jî ji bo aştî û seqamgîriya herêmê amajeyên metirsîdar in.

 
Milîsên Heşda Şeibî ji bo rizgarkirina Quds xwe amade dikin

SUNDAY, 10 DECEMBER 2017 19:12:58

Hewlêr-KDP.info- Çend hêzên di nava Heşda Şeibî de ji bo rizgarkirina Quds ji destê Îsraîl xwe amade dikin û ji bo wê yekê jî dest bi nivîsandina navê ciwanan kirine. Li gorî pisporekî siyasî jî ew kar wek destpêka bidawîhatina Heşda Şeibî ye.

 


 
© 2017 Kurdistan Democratic Party, KDP