Ajans-KDP.info- Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand ku şerê yekalîker ê li gel DAIŞê dê li ser sînorê Iraq û Sûriyê be.
Berpirsên leşkerî di nava hevpeymaniya dijî DAIŞê de ragihandin ku şerê yekalîker li ser sînorê Iraq û Sûriyê dibe.
Cîgirê Fermandê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan General Robert Sofge ji AFPê re ragihand ku tevahiya amajeyên wî şerî xuya bûne û zû yan dereng dê dest pê bike.
Ev daxuyaniya berpirsên hevpeymaniya dijî DAIŞê di demekê de ye ku 2 roj in navçeya Hewîce ji aliyê hêzên Iraqî ve hatiye kontrolkirin.
Hîna çend deverên sînorî yên Iraqê di destê DAIŞê de mane weke "Rewah û Qayîm" li gorî daxuyaniya wî berpirsê hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê hîna hezar çekdarên DAIŞê li wan deveran mane.