Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 25 APR 2024 22:15 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Derbendî: Rojekê sînor li pêşiya alîkariyên mirovî bo Rojava nehatiye girtin
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Dr. Hemîd Derbendî Berpirsê Dosyeya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê di Serokatiya Herêma Kurdistanê de, ragihand ku tenê rojekê jî deriyê Pêşabûrê li pêşiya alîkariyên mirovî yên Başûr bo Rojavayê Kurdistanê nehatiye girtin.

Dr. Hemîd Derbendî di daxuyaniyekê de bersiva Sekreterê Partiya Pêşverû ya Rojavayê Kurdistanê Hemîd Hacî Derwêş da.

Hemîd Hacî Derwêş di konferansekê de li bajarê Rimêlan gotibû Herêma Kurdistanê sînor li pêşiya nexweşên Rojavayê Kurdistanê girtiye.

Lê Dr. Hemîd Derbendî di daxuyaniyekê de bo malpera KDP.info ragihand: “Tenê rojekê jî deriyê Pêşabûrê li pêşiya alîkariyên mirovî yên Başûr bo Rojavayê Kurdistanê nehatiye girtin. Birêz Hemîd Hacî Derwêş ji her kesî baştir dizane ku Başûrê Kurdistanê û Serok Barzanî ji hemû aliyan ve çiqasî alîkariya Rojavayê Kurdistanê û hemû aliyên siyasî yên Rojava kirine.”

Derbendî wiha got: “Eger Kurdên Rojava yekrêz bana, dê alîkariyên Serok Barzanî bo wan zêdetir bana. Lê dîsa jî qet sînor li pêşiya nexweşan nehatiye girtin û salane bi hezaran hes tên Başûr û li nexweşxaneyên me bê pere tên dermankirin. Helbet em vê yekê bi erkeke netewî dibînin û em mineta xwe jî li ser kesî nakin. Niza çawa Hemîd Hacî Derwêş dibêje sînor li pêşiya nexweşan hatiye girtin.”

Dr. Hemîd Derbendî ji Sekreterê Pêşverû dipirse, kengî we daxwaz kiriye ku endamekî we yan ti bi xwe yan jî her kesekî din ku bê Başûrê Kurdistanê û me nehiştiye? Ma ji xwe hemû serdanên we ji bo Başûrê Kurdistanê bi riya deriyê Pêşabûr bûne. Derwêş di gotina xwe de li Rimêlan dibêje ku ew ji bo sînor ligel min axiviye, lê ev yek çênebûye.

Derbendî wiha domand: “Rojane 400 kes bi riya sînorê Başûr û Rojava diçin û tên. Herwiha em hewl dikin ku sîstemeke elektronîkî nû bo hêsankirina hatin û çûna xelkê di navbera herdu aliyan de deynin, ew jî ji bo wê yekê ye ku xelkê me Rpjava zêdetir sûdê ji sînorê Pêşabûrê bibînin.”




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact