Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 24 JUN 2018 02:34 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Serok Barzanî: Ti kes bi qasî min hest bi valatiya Mam Celal nake
| KDP.info


Silêmanî-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çû serdana gora Celal Talebanî li Dabaşana Silêmaniyê û got: “Valatiya ku Mam Celal çêkiriye, ti kes bi qasî min hest pê nake.”

Piştî ku Serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî duh êvarî li nêzîkî mala xwe ya li Dabaşana Silêmaniyê hate bixakspartin, îro jî bi hezaran kesserdana gora wî dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî careke din çûne ser gora Mam Celal û gul danîn ser gorê.

Serok Barzanî di dema serdanê de ji rojnamevanan re axivî û got: “Koça dawî ya Mam Celal xem û wendahiyeke mezin e. Ti kes bi qasî min hest bi valatiya nebûna Mam Celal nake. Dema pirsgirêkek çêdibû min û Mam Celal bib telefonekê çareser dikir. Hêvîdar im em hemû li dîroka xwe binerin û ji bo gihiştina armancên xwe yên nîştîmanî xeletiyan dubare nekin.”

Mesûd Barzanî diyar kir, ku ji hemû deman zêdetir pêwîstiya kurdan bi yekrêzî û hevgirtinê heye. Ev jî tekane daxwaza Celal Talebanî bûye.

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, ku wan herdem xwestiye li gel Bexdayê bi xweşî pirsgirêkan çareser bikin û got: “Hêvîdar im ev yek bibe derfet da ku Iraq jî bi xwe de biçe.”




Nûçeyên din

“Jihevêzîkbûna aliyên Iraqê pir zehmet e..Naxwazin dest ji deselatê berdin”

SATURDAY, 23 JUNE 2018 18:06:58

Hewlêr-KDP.info- Iraqê ji ber lidarxistina hilbijartinan di meha borî de, di rewşeke dijwar de derbas dibe. Şirovekarekî siyasî jî dibêje, hêj ezmûna demokrasiyê li Iraqê qels û lawaz e, ku hinek alî astengiyan ji pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê re derdixin.

 
Sekreterê NY: Ez hertim xembarê pirsa gelê Kurd im..Em ji rewşa Efrînê dilgiran in

SATURDAY, 23 JUNE 2018 14:06:44

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ragihand ku ew hertim xembarê pirsa gelê Kurd bûye û ji rewşa Efrînê jî dilgiran in.

 
Encûmena Bajêrvaniya Şingalê: Emê vegerin Şingalê

SATURDAY, 23 JUNE 2018 12:06:54

Şingal-KDP.info- Serokê Encûmena Bajêrvaniya Şingalê Weyis Nayif dibêje, biryar e di çend rojên bê de encûmena wan vegere Şingalê û dest bi karê xwe bike. Herwiha tekez dike ku bi hebûna Amerîka li Şingalê dê ewlehî vegere wê navçeyê.

 
Şeşo: Şêwirmendên leşkerî yên welatan li Şingalê navendeke leşkerî ava dikin

THURSDAY, 21 JUNE 2018 18:06:56

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Çiyayê Şingalê Qasim Şeşo ragihand ku çendîn şêwirmendên leşkerî yên welatan hatine Şingalê û li wir navendeke leşkerî mezin ava dikin.

 
Berpirsekî PDKê: Hêzên Iraqê nikarin Xaniqîn biparêzin..Pêşmerge venegerin dê bajêr bikeve destê DAIŞê

THURSDAY, 21 JUNE 2018 17:06:40

Xaneqîn-KDP.info- Îro li dijî tevger û çalakiyên DAIŞê li derdora Xanexîn û ji bo vegera Hêzên Pêşmerge bo navçeyê, xwepêşandanek li Xaneqîn birêve çû. Berpirsekî PDKê li wê deverê dibêje hêzên Iraqê nikarin Xaneqîn biparêzin û eger Hêzên Pêşmerge venegerin navçeyê dê bajarê Xaniqîn bi temamî bikeve destê wan terorîstan.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP