Hewlêr-KDP.info- Çavdêrê siyasî Dr. Mûsa Keval dibêje ew guvaşên ku ji aliyê Bexda û welatên cîran li dijî Kurdistanê tên kirin, nayên cîbicîkirin ji ber ku civaka navdewletî rê nade wan.
Dr. Mûsa Keval ji malpera KDP.info re ragihand: “Heta niha yek ji wan guvaşên ku Bexda û welatên cîran li Başûrê Kurdistanê dikin, nehatiye cîbicîkirin, ji ber ku civaka navdewletî rê nade wan.”
Keval wiha got: “Eger her pêngavek ji aliyê Bexda yan welatên cîran li dijî Başûrê Kurdistanê bên avêtin, dê civaka navdewletî û Amerîka biryarekê li Neteweyên Yekbûyî li dijî wan bide, wê demê dê rastî pirsgirêkeke mezin bibe û dê pirsa Kurdî bibe pirseke navdewletî, nexasim jî Tirkiye, lewma jî nikarin ti pêngavan bavêjin.”
Wî çavdêrê siyasî wiha got: “Welatên Ewropa behsa yekîtiya axa Iraqê dikin, lê ew qet pişta Kurdistanê bernadin. Herwiha êdî Başûrê Kurdistanê ketiye qonaxeke nû de, ku ew jî serxwebûn e û pêwîst e em hemû pişta Başûr bigrin.