Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 14 DEC 2017 09:27 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Deryên sînorî yên Kurdistanê vekirî ne
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Rêveberê Giştî yê Pêwendiyên di navbera Kurdistan û Îran de Ebdulah Akreyî dibêje, manora serbazî ya Îranê ne metirsî ye li Herêma Kurdistanê û sînorên Kurdistanê ligel Îranê vekirî ne.

Ebdulah Akreyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Manora serbazî ya Îran û Iraqê di nava axa Îranê de hatiye kirin û ti mandoreke xerab û metirsiyê li ser Herêma Kurdistanê nake, herwiha qet wek gef li ser Kurdistanê nayê dîtin.”

Akreyî wiha got: “Sînorên Kuridstanê vekirî ne û xalên sînorê nehatine girtin û tevgera bazirganî berdewam dike, herwiha xelk jî diçin û tên.”
 




Nûçeyên din

Li Şingalê şer di navbera balên Heşda Şeibî de derket

WEDNESDAY, 13 DECEMBER 2017 18:12:05

Şingal-KDP.info- Çavkaniyekê ji Şingalê ragihand ku îro li Şingalê şer û pevçûn di navbera 2 balên Heşda Şeibî de rû da û kuştî û birîndar hene.

 
Hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê dê bi hevahengî vê rewşê derbas bikin

WEDNESDAY, 13 DECEMBER 2017 18:12:55

Hewlêr-KDP.info- Îro di civîna xwe, Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û Serokatiya Hikûmeta Kurdistanê tekez kirin ku vê rewşa niha bi hevahengî di navbera xwe de derbas bikin.

 
Nûnerê Hikûmetê li Fransa: Heta Sersalê dê guhertinên mezin çêbibin..Fransa bi cidî hewl dide

WEDNESDAY, 13 DECEMBER 2017 14:12:40

Fransa-KDP.info- Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Fransa Elî Dolemerî dibêje, Fransa bi cidî hewl dide ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û ji niha û heta Sersalê dê guhertinên mezin çêbibin û dê ew kêşe bên çareserkirin.

 
Bexda destûr cîbicî neke Kurd dê dîsa berê xwe bidin Serxwebûnê

WEDNESDAY, 13 DECEMBER 2017 13:12:10

Hewlêr-KDP.info- Amerîka û welatên Ewropî zextê li Bexdayê dikin ku dest bi danûstandinan bike ligel Herêma Kurdistanê û daxwaz jê dikin ku destûr bi temamî cîbicî bike. Siyasetmedarên Kurd jî dibêjin, eger Bexda destûr cîbicî neke, Kurdistan dê dîsa berê xwe bide pêngava serxwebûnê.

 
Serokwezîra Brîtanya: Ji bo parastina maf û nasnameya Kurdan emê tekoşîna xwe bidomînin

TUESDAY, 12 DECEMBER 2017 17:12:56

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya telefonê li gel Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May axivî. May di çarçoveya destûra Iraqê de pişgiriya welatê xwe ya ji bo çareserkirina pirgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê kir.

 


 
© 2017 Kurdistan Democratic Party, KDP