Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 06:23 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Encumena Bilind a Referandumê: Referandum dê li hemû Beşûrê Kurdistanê bê kirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Encumena Bilind a Referandumê piştî civîna xwe ya îro di daxuyanyekê de aşkere kir, ku sibe “roja duşemî 25-09-2017ê referandum li Heêrma Kurdistanê û tevahiya deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê birêve diçe.”

Encumena Bilind a Referandumê ya Herêma Kurdistanê îro Yekşemî 24ê Îlona 2017ê bi serpireştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û amadebûna tevahiya partî û aliyên endam li bajarokê Pîrmam a ser bi Hewlêrê ve civiya.

Piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin û têde tekezî li ser encamdana referanduma serxwebûnê di dema xwe ya diyarkirî de hat kirin.

Li gorî daxuyaniyê, “di destpêka civînê de behsa pêşhatên herî dawîn ên herêmî û navdewletî yên têkildarî referanduma serxwebûna Kurdistanê hat kirin û birêz Mesûd Barzanî behsa wan civîn û pêwendiyan kir, ku di çend rojên bihorî de li gel aliyên navdewletî hebûye.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku di civîna îro derbarê referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê de 4 biryar hatin dan, ku yek ji wan biryaran ev e, ku “Yekem: Roja Duşema 25-09-2017ê referandum li Herêma Kurdistanê û tevahiya deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê birêve diçe. Duyem: Di civînê de, belgenameya siyasî ya garentîkirina mafê pêkhateyên neteweyî û olî hat pesendkirin û destxweşî jî hat kirin li komîteya ku belgename made kiriye. Sêyem: Piştî encamdana referandumê dê dergehê gotûbêj ligel Iraqê vekirî bin, ew jî ji bo ku em bibin 2 cîranên baş. Çarem: Encumena Bilind a Referandumê destxweşî li hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê kir li ser biryara referandumê û li ser rijdbûna wan û li ser helwesta wan bo lidarxistina referandumê.”
 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact