Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 2 MAY 2024 00:59 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: 25ê Îlonê çarenivîsa xwe diyar bikin..Kurdistan dê dewleteke federalî, demokrasî û parlemanî be
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, referandum nayê paşxistin û ew ji bo gotûbêjên bi Bexda û civaka navdewletî re amade ne, lê belê ne niha belku piştî 25ê Îlonê û encamdana referandumê. Serok Barzanî herwiha got, ku ew xwe şermezarî millet nake û tekez kir: “100 sal e Kurdan ceza dikin, eger niyeta we ya cezakirina kurdan hebe, dest ji cezakirina Kurdan berdin, werin min ceza bikin.”
Îro înê 22ê Îlonê li Hewlêr a paytext bi dehan hezar hevwelatiyên Kurdistanî bo piştgiirya referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê li Stadyuma Fransu Herîrî li hev kom bûne û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî tê de beşdar e.
Serok Barzanî di vê karnavala mezin de gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand: “Bo serxwebûnê hemû fîdakariyek hêsan e. Em îro li paytexta Herêma Kurdistanê kom bûne ji bo ku em bi navê hemû gelê Kurdistanê bêjin Erê ji serxwebûna Kurdistanê re. Ev çend sal e ku em gihîştine wê baweriyê ku êdê em nikarin ligel Bexdayê bijîn. Ji xwe di destûra Iraqê de jî hatiye ku her kes azad e ku ligel Iraqê bijî yan na. Piştî 2003ê me digot dê karesatên hatine serê Kurdan, wijdanê cîhanê hejandibe û Bexda jî dê Herêma Kurdistanê qerebû bike. Lê zû ji me re derket ku piraniya wan kesên ku deselat in li Bexdayê, xwedî heman hizra rêjîma Sedam in.”
Serok Barzanî wiha got: “Bexda tenê yek gule ji Hêzên Pêşmerge re nedişand û di şerekî dijwar de bûn li dijî terorîstên DAIŞê lê dema çek ji derve dihatin Bexda bo Hêzên Pêşmerge, hikûmeta Iraqê ew çek vedkirin û bi kêfa xwe yan dişandin û yan jî ji xwe re dibirin. Herwiha qutkirina pereyên Kurdistanê jî hema wek karesata Enfalan bû.”

 


Serokê Herêma Kurdistanê wiha domand: “Êdî biryara referandumê ji destê min û ji destê hikûmet û partiyên Kurdistanê derketiye û ketiye destê milet e. Helwesta welatan li hemberî referandumê beriya niha nerim bû û niha ji me re dibêjin vê gavê ne dema referandumê ye, bi van helwêstan jî Bexda ji helwêstên xwe yên nerim vegeriya û êdî helwêstên wê jî hişt bûne. Şev û roj daxwaz ji me dikin ku em referandumê paş bixin û guvaşan li me dikin. Ji me re dibêjin dest bi gotûbêjan ligel Bexdayê bikin, lê em ji wan re dibêjin, em venagerin şaşîtiya berê û em amade ne piştî 25ê Îlonê danûstandinên cidî ligel Bexdayê bikin.”
Serok Barzanî ragihand: “Êdî dem kêm maye ji referandumê re û derfet ji bo gotûbêjan beriya referandumê, nemaye. Ez dixwazin ji Xwedayê xwe re û ji we re jî bêjim, ez ne ew kes im ku xwe şermezarî gelê xwe bike. Dema ku me ji mafê referandumê bêpar dikin, tenê armanca wan ew e ku îrade û kerameta me bişkînin. Ma çi gunehî tê de ye eger miletek bêje em dixwazin serbixwe bin. Referandum pêngava yekê ye ji bo serxwebûnê. Referandum ne ji bo diyarkirina sînor e û em ti carî danûstandinan li ser sînorê Kuridstanê nakin.”

 


Serok Barzanî wiha got: “Em miletekî bi wefa ne û em spasiya Hevpeymaniya Navdewletî dikin li ser alîkariya Kurdistanê, lê em dibêjin yê ku li ser erdê xwîna xwe da, gelê Kurdistanê ye. Destê gelê Kurdistanê sax be. Roja 25ê Îlonê herin ser sinduqê dengdanê û çarenivîsa xwe diyar bikin.”
Di gotara xwe de Serok Barzanî got jî: “Ez ji Encumena Ewlehiya Navdewletî re dibêjim: Bi serxwebûna Kurdistanê emê bihêztir ji niha şerê DAIŞê bikin û wek çavê xwe li mişextan miqatebin, ez vê wesiyetê li gelê Kurdistan jî dikim.
Serokê Herêma Kurdistanê got: “Ez ji welatên cîran re jî dibêjim: Em berdewam in li ser rêzgirtina cîrantiyê û em ti gefê li ser kesî çênakin.”

Derbarê sîstema dewleta Kurdistan jî, Serok Barzanî ragihand: “Dê ev ferhenga pêkvejiyanê ya Herêma Kurdistanê dê dewlemendtir bibe. Dê dewleta hemû pêkhateyan be. Kurdistan dê dewleteke federalî, demokrasî û parlemanî be, ku mafê hemû aliyan dê tê de garantî be.”
Di dawiya gotara xwe de serokê herêma Kurdistanê sipasiya hêzên pêşmerge kir, û tekez kir ku ti carî Pêşmerge nahêlin axa Kurdistanê careke din bê dagîrkirin û berdewam ewê Kurdistan biparêzin.
 




Nûçeyên din

Seîd Omer: Em hertim pêşeng bûne bo lihevkirinê, lê PYD xwe vedişêre

WEDNESDAY, 01 MAY 2024 23:05:21

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamekî Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) ragihand ku, ENKS gelek hewl dane ku pêwendiyên xwe ligel aliyên din ên siyasî li Rojavayê Kurdistanê baş bike û tekez kir: “Hertim em pêşeng bûne bo rêkeftin û lihevkirinê, lê PYD xwe vedişêre.

 
Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanyayê li Iraqê behsa hilijartinan kirin

TUESDAY, 30 APRIL 2024 19:04:18

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Iraqê dike û pê re danûstandinan li ser çend mijaran dike.

 
Parlamenterekî Rûsyayê bo KDP.info: Serok Barzanî hezkirina Kurdistanê xiste dilê me hemûyan

MONDAY, 29 APRIL 2024 18:04:19

Rûsya-KDP.info- Parlamenterê bajarê Yorslavê yê Rûsyayê Mîşa Xalidyan dibêje ku Mela Mistefa Barzanî doza Kurd anî holê û niha jî Serok Mesûd Barzanî pêşengiya wê pirsê li cîhanê dike, ku Herêma Kurdistanê jî di cîhanê de kir nimûneyeke xweş.

Nêçîrvan Barzanî û Serokê Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê civiyan

SUNDAY, 28 APRIL 2024 18:04:56

Bexda-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Serokê Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Faîq Zêdan re civiya.

 
Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Iraqê behsa çareserkirina pirsgirêkan kirin

SUNDAY, 28 APRIL 2024 14:04:36

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê û Serokomarê Iraqê serdana Serokkomarê Tirkiyeyê ya Bexda û Hewlêrê gotûbêj kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact