Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaza Serokê Fransa Emanuel Macron bo paşxistina referandumê red kir û ragihand, referandum dê di dema xwe ya diyarkirî de were encamdan.
Serokê Fransa Emanuel Macron îro Pêncşemê 21ê Îlona 2017ê telefona Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û her du aliyan li ser mijara referanduma serxwebûnê gotûbêj kirin.
Di vê pêwendiya telefonî de Serokomarê Fransa pesna Kurdistanê da û rola Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê û hewandina aware û lêqewimiyan bilind nirxand.
Emanuel Macron di vê pêwendiyê de, herwiha piştevaniya welatê xwe bo yekparçeyiya Iraqê û mafên gelê Kurdistanê di çarçoveya destûra Iraqê de anî ziman û daxwaza paşxistina referandumê kir.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî spasiya Serok û hikûmet û gelê Fransayê kir ji bo piştgiriya berdewam a wan bo Kurdistanê û ragihand jî, ku referandum dê di dema xwe ya diyarkirî de were encamdan.
Serok Barzanî herwiha ji Macron re gotiye: “Deriyê gotûbêjê nehatine girtin û piştî referandumê jî, Kurdistan dê li gel Bexdayê gotûbêjan bike.”