Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 25 APR 2024 00:56 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Barzanî: Em serxwebûnê dixwazin, kursî û pereyan ji Bexdayê naxwazin..Biryarên Bexdayê naghên Kurdistanê
| KDP.info


Soran-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li kernevala piştevaniya referandoma serxwebûnê ya devera Soranê ragihand: “Em serxwebûnê dixwazin, em kursî û pereyan ji Bexdayê naxwazin û biryarên Hikûmeta Iraqê û Parlamentoya Iraqê naghên Kurdistanê.

Îro, Sêşemê 19.09.2017 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li kernevala piştevaniya referanduma serxwebûnê ya devera Soranê wiha jî got: “Me her hewlek da ji bo ligel Bexdayê bigihine çareseriyê û çend salan berî niha me ligel hemû aliyan behsa referandumê kir.”

Herwiha Serok Barzanî di gotara xwe ya li kernevala Soranê de tekez kir û got ku, em dê heta du sê rojên din li benda alternatîva referandumê bikin, ku niha civaka navdewletî behsa wê dike, lê belê eger ew alternatîv nebe, referandum dê were kirin.”

Serok Barzanî ragihand, di sala 2015an de babeta referandumê li Koşka Spî ligel serokê berê yê Amerîka Barack Obama me behs kir.
Ragihand jî, berî salekê, bi şandeke mezin me serdana Bexdayê kir û ji wan re ragihand ku hevbeşî şikestin aniye werin bila wêrekiya me hebe û bibin du cîranên baş.

Amaje bi wê jî kir, em neçar bû berve wê biryarê biçin. Hin caran behsa wê yekê tê kirin, ku Kurd vegerin “hêla kesk” bê gûman ew naye qebûlkirin, ew hêl nebe sînorê Kurdistanê.

Li ser helwesta civaka navdewletî û Bexdayê, Serok Barzanî diyar kir, me berê behsa referandumê bikin û destpêkê gelekî nerm bûn, lê niha helwestên wan hatin guhartin, ew jî cihê pirsê ye. Herwiha diyar kir jî, wan destpêkê proseya referandumê bi cidî wernegirtin, di baweriya wan de ew karta fişarê bû û her kesekî li gor xwe şîroveyek dikir.

Herwiha ragihand, ewên li dijî referandumê ne, bi dilê wan xweş bû, ku Kurd ne yekgirtî bûn û nikarin wê proseyê cibicî bikin. Tekez kir jî, ji destkeftên referandumê ji cîhanê re diyar bû, ku biryara referandumê ya gelê Kurdistanê ye û ne ya take kesekî ye.

Herwiha ragihand, niha yekrêzî heye û heger hin kesan bihane digirtin ku parlemanto aktîv nabe, niha parlemantoya Kurdistanê jî hat aktîvkirin.

Serok Barzanî amaje bi wê kir, êdî baweriyê bi sozên devkî û nameyên lestîkî nakin, divê soz bi awayekî nivîskî be, ku nikaribin jê birevin.

Got jî, guftûgoya me ligel Bexdayê ne ji bo wezîrên me vegerin, yan birêveberekî giştî damezrînin.

Serok Barzanî amaje bi du şaştiyan kir, ku di sala 2003an de bi dilekî pak û salfî çûn Bexdayê, lê nehat qebûlkirin, niha jî ne em yekperçeyîya Iraqê têk didin, ew bixwe wî karî dikin.

Serok Barzanî şaşbûna duyem jî diyar kir û got, dema budceya herêma me hat birîn, diviyabû me bizaniya ku her tiştek temam bû û wê demê me ragihandina, me şaş kir ku me ew kar nekir, lê wê demê şerê DAIŞê li ser me hate sepandin.

Got jî, heger niha referandumê qebûl nekin, piştî du salan dê çawa qebûl bikin, derbasbûna demê ne di berjewendiya Kurd de ye.
Serok Barzanî tekezî li wê jî kir, biryara Dadeha Federalî li dijî Kurd e, her çend e biryarên wan nagihin Kurdistanê û cibicî nabin, lê mixabin ew niyaza wan ya rastî ye.

Derbarê cîranên Kurdistanê de, Barzanî ragihand, ti demekê ji cîranan re nabin gef û daxwazê ji wan dikim, bi zimanê gefê bi me re neaxivin, ji ber ku ew ziman naye qebûlkirin.

Serok Barzanî ragihand jî, referandûm ne dawiya cîhanê ye, lê derfetek e ji bo gelê raya xwe bide, piştî referandûmê jî dicivin û guftûgoyê dikin, heger hevbeşî şikestî anî, cîrantiya baş ava dikin, lê înkarkirin û rêgirtin li derbirîna raya Kurdistanê, stemeke mezin e û naye qebûlkirin.

Herwiha ragihand, em bîr li tundûjî û bikaranîna hêzê li dijî ti aliyekî nakin, lê heger zor li me were kirin, mafê me heye berevaniya xwe bikin.

Li ser awayê dewleta Kurdistanê amaje bi wê kir, wî pêşniyar kiriye, ku dewleta federalî, medenî û parlemantî be û mafê hemû pêkhateyên netewî û olî tê de parastî be.

Herwiha ragihand, dibe ku hin Erebên tundrew zor û stemê li hin Kurdên bê desthilat bikin, lê divê em raweşta bilind a Kurdayetiyê biparêzin.

Barzanî nimûneya sala 1991an dema raperîna mezin bibîr anî, ku 3 feyleq ên artêşa Iraqê xwe radestî hêzên Pêşmerge û gelê Kurdistanê kirin û bê ti zulmek li wan bê kirin, vegeriyan cem kesûkarên xwe.

Got jî, pirsgirêk di navbera netewan de nîn e, Kurd, Ereb, Tirk, Kildan û Aşûr hemû birayên hev in û hemû azad in û mafê wan hemû pêkhateyên netewî û olî parastî ye.




Nûçeyên din

Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact