Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 02:26 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: Bedîlekî baştir nebe referandum qet paş nakeve..Yan bindestî yan serxwebûn
| KDP.info


 

Zaxo-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçoveya kernevala serxwebûna Kurdistanê li bajarê Zaxo gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand ku bedîlekî baştir nebe Kurdistan referanduma xwe paş naxe. Herwiha tekez jî kir ku tenê 2 rê li pêşiya Kurdistanê hene, yan bindestî û yan jî serxwebûn.

Ev jî deqa gotara Serokê Herêma Kurdistanê ye:

“Bi navê xwedê yê mezin û dilovan

Xuşik û birayên hêza

Îro, xweştirîn roje mine ku, careke din li Zaxoka delalim

Berî her tiştekî ez vê yarîgehê li we pîroz dikim ku, eve yekem care ez vê yarîgehê dibînim, inşalah Zaxo û hemû bajarên Kurdistanê pêşbikevin û di xweşî û aramiyê de bimînin.

Xuşik û birayên birêz

Ez nehatime Zaxo daku, daxwazê ji we bikim deng bidin serxwebûna Kurdistanê ji ber ku, pêwîstiya we bi kesekî nîne daku, bibêjne we deng bidin, lê min bêriya we kiribû û min dixwest hewaya Zaxo hêlimbikim daku, bi hêzbibim.

Îro, babeta giring bo me hemûyan babeta referandomê ye, biryara referandomê ne biryara partiyekî ye, yan kesekî ye, lê biryara gelê Kurdistanê ye û li gel aliyên siyasî yên Kurdistanê di 7.06.2017 de biryara hate dan ku, roja 25ê Îlonê biçine ser sendoqan û çarenûsa xwe diyad bikin.

Çima ew biryar hate dan?ew biryar hate dan piştî hemû rêyên din bi serneketin û şekstin anîn, destûr binpêkirin, şeraket û tewafiqî nema, li gor destûra Iraqê pêşmerge beşek ji sîstema bergiriya wî welatî bû, deh salan li parlamentoya Iraqê em bi derkirina yasayekî mijulbûn ku, çek û bûdce ji pêşmergeyan re dabîn bikin, lê ti yasa cîbecî nekirin, lê bi du demijmêran de yasaya Heşda Şeibî derkirin û bi milyaran çek û teqemenî xistin destên wan.

Duh bi piraniya siyasî parlamentoya Iraqê referandom red kirin. Îro jî biryara dûrxistina Parêzgarê Kerkûkê dan. Ji destê vê piraniya siyasî bê, çi destkefteke Kurdistanê hebe, ji me bistînin.

Îro, berî bême vir şandeke hevpeymanan, ku ji nûnerê Serokê Amerîka, balyozê Brîtanya li Bexda, nûnerê NY li Bezda pêkdihat û çend demijmêran me gûftogo kir,ew hatibin û pêşniyazên xwe gotin, me guhdariya wan kir, me jî nêrîn û helwesta xwe ji wan re diyar kir. Ew dibêjin, em ligl mafê gelê Kurdistanê ne, lê ji bo pirsgirêk dernekevin, niha dema guncaw e. Me jî got, bedîlê baştir nebe, gelê Kurdistanê razî nabe. Em referandûmê dikin û çi dibe, bila bibe. Encûmena Asayişê hate ser xetê, heger bedîlekî baştir hebe, serkirdayetiya siyasî lêkolînê li ser dike, lê heger armanca wan tenê paşxistina rederandûmê be, bi ti awayekî bipaş naxin.

Xuşik û birayên hêja

Babet iradeye, eger iradeya me bi hêz be û amade bin baca pêwîst bo serxwebûna Kurdistanê bidin ez bawerim û bê guman serxwebûn misogire û bideste..

Ti kes serxwebûnê diyarî me nake, ti kesek ji bo me xwe na êşîne dive em daxwaza serxwebûna xwe bikin û her bacekê jî bo serxwebûnê didin û divê em daxwaza mafê xwe bikin û em amade ne ji bo her erkekî. Her rojekê ew grûpa ku niha di desthilatê de ne, heger ji destê wan bê, destkeftekê ji Kurd re nahêlin.

Niha destûrê tînin bîra xwe mane her ew destûr bû binpêdikirin çima behsa wê binpêkirinê nakin? piştî 2003 em bi dilekî bak çûne Bexda, me got ku, emê Iraqekî demokrasî û fedralî dirûstbikin, lê mixabin ew ne wefadarbûn û niha ti hukumeteke fedralî û demokrasî li Iraqê nîne belko hikumeteka mezhebî û ayînî Iraqê hikum dike, dema şeraket bi sernekeve kes nikare tiştekî li ser me ferzi bike di yek male de eger du bira bi hev nekirin ji hev cuda dibin.

Eve 100 salin em dibêjin em birayên hevin û li Iraqekî de bi hev re dijîn, lê di wan 100 salan de, ne me û ne jî wan xweşî dît, erê kîjan başe? Em cuda bin û cîranên baş bin yan ev rewş berdewam be û her du alî di nexweşiyê de bijîn.

Bi zimanekî xirab Sivikbûn beramber gelê Kurdistanê zêde kirine, gelekî seyre dema miletek daxwaza mafê xwe bike bibêjin tawane û binpêkirina destûrê ye, lê Enfal, wêrankirina gund û bajaran û kîmyabaran ne tawane?.

Wefadarî baştrîn sifeta mirovan e, li Bexda ziman dirêj peydabûne, heta niha nan û ava Kurdistanê di zikê wan de ye, berî çend rojan min bi xwe li televizyonê temaşe dikir kesekî ereb ku, ti caran Kuran zirara wî nekiribû, nizanim jî ka ji eslê xwe ve erebe yan na panêlek li gel Kurdekî hebû mixabin ew kesê Kurd jî baş erebî nedizanî ewê ereb digot ku, kurd çine û kîne? Axiftina mirovekî wiha bê qîmete lê ev dibe ferhengek.

Bersiva wî kesî û hemû kesên wekî wî eve: Em gelê Kurdistanê ne, ku, hun eve 100 salin hewldidin me nehêlin, ewên we ew kîmyabaran û enfalkirin û komkujkirin û dema hun ketin ber destê gelê Kurdistanê me hun hewandin, ewê ereb got ku, em xwediyê dîrokekî ne xwediyê şaristaniya Someriyan e, gelo ew şaristanî ew ku, niha mafiya hikum dike, hun ewin ku, pêxember anîn û serê wî birîn lê Kurdan serê ti pêxemberî nebiriye.

Em ew pêşmergeyên qehremanin ku, mezintirîn rêxistina terorîst şikand û navê wî li cîhanê belav bû, em dizanin gelek birayê me yên ereb xwedî wicdanin û ne li gel wan nerînan ne, em hereşê li kesekî nakin û bi me nexweşe dilopek xwîna mirovekî birije, lê peyamek bu hemû aliyan ewê divê êrîşî gelê Kurdistanê bike bila were meydanê û xwe bibîne.

Xuşik û birayên birêz

Du rê li pêşiya me hene, yan bindestî û yan jî serxwebûn xwîna ku, hatiye rijandin mafê 10 serxwebûnan heye ne yek tenê. Ew zehmetiya gelê Kurdistanê dîtî, ew mandîbûna pêşmergeyan mafê 10 serxwebûnan heye, lewma çi kesê xwe rûmet be bindestiyê qebûl nake.

Xuşik û birayê birêz

Nabe daxwazkirina mafê me ferhenga dewlemendiya me têkbide, divê li ser azadiya ayînî, mezhebî berdewam bin, nabe bi ti şêweyî bêrêzî beramber kesekî were kirin, ne jî beramber alaya kesekî, şewtandina ala kiryarekî xirabe û dûre ji reweştûreftarên me, ricadikim xwe ji karên wiha dûr bixin.

Bila iradeya we bihêz be, bê guman paşero ya me ye, iradeya we xelkê Zaxo têra Kurdistanê hemûyê heye.

Di dawî de amaje bi helbestekî melayê Cizerî dikim:

Piştê nadin du hezar xencer û tîr û rim û xişt

Me ser daniye rê û bi xudê bestiye pişt

Me jî pişta xwe daye we

Cemawerên ezîz ên Zaxo dil û rihin

Her bijî Kurd û Kurdistan”

 



Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact