Hewlêr-KDP.info- Encumena Bilind a Referanduma Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de heft daxwazî li hevwelatiyên Kurdistanê kir. Yek ji wan daxwaziyan ev e, ku di dema kampîn û propagandayên ji bo referandumê de, ji bilî Ala Kurdistanê, ala ti welateke din an jî sembol û dirûşmên ti aliyekî din bi kar nehînin.
Îro çarşembî 13ê Îlona 2017ê, Sekretariya Encumena Bilind a Referanduma Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke heft xalî weşand.
Di daxuyaniyê tê gotin: “Ji bo zêdetir rêkxistina kampînên propagandaya referandumê û pabendbûna bi nirxên niştimanî û rêkarên yasayî, daxwaz ji welatiyên Kurdistanê dikin ku di dema propagandaya referandumê wan xalan li ber çav bigirin.”
Ev xalên ku Encumena Bilind a Referandumê ku di daxuyaniya xwe de amaje pê kirine, ev in:
Yekem: Dûrketin ji bi kar anîna nîşan, ala û sembola her aliyekê yan welatekê ji bilî Ala Kurdistanê.
Duyem: Dûrketin ji bi kar anîna nav û wêneyên sembol û serkirdeyan weke propaganda yan propagandaya referandumê.
Sêyem: Dûrketina ji bêrêzîkirin an êrişkirina li ser serkirde û ala û sembola her aliyekê an jî welatekê.
Çarem: Parastina aramiya bajar û bajarokan û parastina mulkên giştî.
Pêncem: Parastina aramiya hevwelatiyan.
Şeşem: Hevkarî û hemahengiya li gel dezgehên ewlehiyê û polîs û fermangehên hikûmetê.
Heftem: Em tekez dikin li ser azadiya derbirîna nêrînan û rêdan bi encamdana çalakî û kampîn û propagandaya referandumê bi awayekê azad û bi şêweyekî şaristanî û aştiyane, û li gorî yasa û rênimayiyên karpêkiriyên Herêma Kurdistanê û rênimayiyên Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê.