Hewlêr-KDP.info- Konsulê nû yê Almanya li Herêma Kurdistanê Kîrt Stokl Stîlfêrd ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya û di wê hevdîtinê de tekez kir li ser bihêztirkirina pêwendiyên di navbera Kurdistan û Almanya de.
Di wê hevdîtinê de konsulê nû yê Almanya li Herêma Kurdistanê hêviya berdewamiya hevahengiya di navbera Almanya û Herêma Kurdistanê xwest û amaje bi wê yekê kir ku Almanya giringiyeke mezin bi pêwendiyên xwe yên ligel Kurdistanê dide û tekez dike li ser berdewamî û bihêzkirina pêwendiyên di navbera herdu aliyan de.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya alîkariyên leşkerî û mirovî yên Almanya bo Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge kir, nexasim di warê berwerdeya leşkerî de ji bo Pêşmergeyan û daxwaz jî kir ku pêwendiyên di navbera Kurdistan û Almanya de bihêztir bibin.
Nêçîrvan Barzanî got ku referanduma 25ê Îlonê amrazek e ji bo ku xelkê Kurdistanê pêwendiyên xwe ligel Bexdayê diyar bikin.