Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 26 MAR 2019 06:07 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Navê hêza leşkerî ya Kurdistanê Pêşmerge ye
| KDP.info


Çeto Omerî

Ew Pêşmerge ne, Ew li pêşiya mêrxasiyê de dîlana mêraniyê li dar dixin.

Ji ber ku navê wan ji pêşengî yê, ji mêrxasî yê, ji bawerî yê, ji bikêr hatinê û bi rizgarîxwaziyê tê naskirin. Belê navê Pêşmerge ji nemir Pêşewa qazî Mihemed ku bi navê Ehmed Destmal ve hatiye dayîn. Ji wê rojê heta îroj hêza Pêşmerge di şerê doza rizgariya Kurdistanê de bûye hêvî û serbilindiya Kurdan di heman demê de jî bûne tirs û xofa dilê dijmin û neyaran û kelemê çavê wan.

Bi sûnd û peyman ew di qada şerên mêrxasiyê de tu caran têk neçûne. Tu caran paşve ne kêşane û tu caran xwe ne avêtine bextê dijmin û neyarên xwe, bawer bikin aman xwestin di ferhenga wan de nîne.

Doza wan ya heqiyê ye û ew heq û maf parêz in.

Hêvî ne, star in û di nava hêlîna dilê gelê xwe de ne.

Metînkarên Kurdistanê li dijî şerê Pêşmergeyên Kurdistanê de hertim têk çûne bê çare mane û ji bo ku zora Pêşmergeyên Kurdistanê bibin piraniya caran nemerdî kirine û li dij Pêşmerge balafirên şer, Helîkoptêr, tank, top û mîtralyozan bikaranîne. Dîsan jî li hemberî şêrên Kurdistanê biser neketine û rabûne cûr be cûr çekên kîmyewî yên qedexe bikaranîne. Kîmya baran kirine. Lê dîsan jî nikarîbûn dawî li hêza Pêşmergeyan bînin ji ber ku Pêşmergeyatî xewn û xeyala hemî Kurdên niştiman perweran e. Kurd bi kêfxweşî û bi serbilindî diçûn û dibûn Pêşmerge. ji ber ku her Kurdek welat perwer Pêşmerge ye.

Pêşmerge hêza netewî ya Komara Mahabad a Kurdistanê û şerwanên Pêşewa Qazî Mihemedê nemir bûn. Pêşmerge heval û şerwanên rêbaza nemir ya M. Mistefayê nemir bûn, pêşmerge îroj jî hêza sereke ya Komara Kurdistana azad in û hêviya hemî Kurdên cîhanê û parazvanên sînorên Kurdistana azad in. Ev sê sal in ku hêza Pêşmerge şerê li hemberî terorîstên DAIŞê de ji teref hemî cîhanê ve bi qaremaniyên xwe ve hatin naskirin. Îroj hemî cîhan navê Pêşmerge nas dike. Gelek serok dewletên mezin yên cîhanê bi şanazî pesna qaremaniya Pêşmerge didin.

Ger hêza Pêşmerge nebûya îroj Herêma Hikumeta Kurdistana azad jî nedibû. Ger Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê neba dê îroj wan deskeftiyên Kurdan li Başûrê Kurdistanê nedibû. Ger hêza Pêşmerge nebûya îroj terorîstên DAIŞê dê hemî deskeftiyên Kurdistana azad binpê kiriba. Ger hêza Pêşmerge nebûya dê Kobaniya Rojava û hemî axa Rojava tev biketa destê terorîstên DAIŞê û hêzên tarî li pişt wan terorîstan. Ger hêza pêşmerge neba îroj dê tu garantiya parastin û pêşketina Kurdistana azad nedibû. Ger hêza Pêşmerge neba îroj Başûrê Kurdistanê nedikarî bi aramî doza referanduma serxwebûna Kurdistanê bikira.

Pêşmerge yanî Kurdistan..

 




Nûçeyên din

Berdevkê PDKê: Emê hikûmeteke bihêz ji bo xizmeta Kurdistanê ava bikin

SUNDAY, 24 MARCH 2019 20:03:11

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê PDKê û Endamê Polîtbûroya PDKê Mehmûd Mihemed di civînekê de ligel şandeke Amerîka ragihand ku ewê hikûmeteke bihêz ji bo xizmeta xelkê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê ava bikin.

 
Balafirên Tirkiyê li devera Bradost dan

SUNDAY, 24 MARCH 2019 18:03:50

Sîdekan-KDP.info- Îro danê sibehê careke din balafirên Tirkiyê li devera Bradost a ser bi bajerokê Sîdekanê dan û muxtarekî navçeyê jî dibêje, di encama bombebarana balafirên Tirkiyê de ziyaneke madî mezin gihştiye navçeyê.

 
PDK û YNK: Me gavên baş ji bo avakirina hikûmetê avêtin

SUNDAY, 24 MARCH 2019 17:03:21

Hewlêr-KDP.info- Îro şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Pîrmamê ya ser bi Hewlêrê ve civiyan û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê guftûgo kir.

 
Di ava Mûsilê de 100 kes mirin û 103 jî winda ne..Beşek ji wan Kurd in

SATURDAY, 23 MARCH 2019 17:03:24

Mûsil-KDP.info- Roja 21ê Adarî belemeke geştiyarî di ava çemê Dîcle de binav bû û li gorî amarên dawî, heta niha termê 100 kesî hatiye dîtin û 103 kes jî di nava avê de winda ne û hêj termê wan nehatiye dîtin.

Ji ber PKK balafirên Tirkiyê li gundekî Xristiyanan dan

SATURDAY, 23 MARCH 2019 16:03:14

Zaxo-KDP.info- Careke din balafirên şer ên Tirkiyê li devera Zaxo dan. Rêvebirê Nahyeya Derkarê ya ser bi Zaxo ve jî dibêje, balafiran gelek ziyan gihandin wî gundê ku lê dane.



 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP