Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 20 APR 2024 01:25 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

PDK-S daxuyaniyek dijî PKK belav kir
| KDP.info


Efrîn-KDP.info- Şaxê bajarê Efrînê yê Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriye derbarê berdewamiya girtina endamê serkirdayetiya xwe Ebdulrehman Apo daxuyaniyek belav kir.

Îro, Duşemê 11.09.2017 Şaxê bajarê Efrînê yê Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye derbarê berdewamiya girtina endamê serkirdayetiya xwe Ebdulrehman Apo daxuyaniyek belav kir, tê de daxwaza serbestberdana serkirde û endamên xwe kir û PYD baskê PKK li Sûriyê di ber çarenivîsa wan de berpirsyar kir.

Di daxuyaniya PDK-S de wiha jî hat ku, eve bû du meh li ser girtina serkirdeyê me Ebdulrehman Apo re derbas bûne, her wiha hevalê me Ehmed Sîdo, parêzer Idrîs Elo jî heta niha girtine û çarenivîsa wan ne diyare em soz didin hevalê xwe ku, em dê li ser kar û xebata xwe ya aştyane berdewam bin.

Herwiha di daxuyaniyê de daxwaza serbestberdana wan kirin PYD di ber çarenivîsa wan de girtiyan de berpirsyar dîtin.
 




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact