Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 25 FEB 2018 07:10 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Beriya referandumê dê parlamento bicive
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Endamekî Serkirdayetiya PDKê ragihand ku Serkirdayetiya YNKê biryara çalakirina Parlamentoya Kurdistanê daye û YNKê daxwaz ji PDK û partiyên din kiriye ku derfeteke çend rojî bidin wan.

Aras Heso Mîrxan Endamê Serkirdayetiya PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Êdî niha biryar li cem wan partiya ne ku dixwazin parlamentoyê çalak bikin. Serkirdayetiya YNKê biryara çalakirina Parlamentoya Kurdistanê daye û YNKê daxwaz ji PDK û partiyên din kiriye ku derfeteke çend rojî bidin wan.”
Mîrxan wiha got: “Biryar e piştî civîna xwe ligel Goran û Komeleya Îslamî, YNKê ligel PDK û aliyên din jî bicive û gotûbêjan bikin li ser wê yekê ku beriya referandumê parlamentoyê çalak bikin.”




Nûçeyên din

Biro: Rêjîma Sûriyê heşda şeibî şandiye Efrînê

SATURDAY, 24 FEBRUARY 2018 22:02:00

Hewlêr-KDP.info- Nûnerê ENKSê ji bo kongreya Cenêfê Îbrahîm Biro dibêje, hatina hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê bo Efrînê bûye sedem ku Tirkiye êrîşên xwe li ser Efrînê zêdetir bike, ji ber ku hikûmeta Sûriyê li şûna ku hêzên fermî bişîne Efrînê hêzên heşda şeibî şandine.

 
Parlamenterê PDKê yê ku çûbû Efrînê: Emê peyama Efrînê bighînin welatên cîhanê

THURSDAY, 22 FEBRUARY 2018 22:02:07

Hewlêr-KDP.info- Nûnerê PDKê di şanda Parlamentoya Kurdistanê de ya ku çûbû Efrînê, Elî Halo ragihand ku wan dest bi serdana nûnerên welatên cîhanê yên li Kurdistanê kirine, ji bo ku peyama Efrînê bighînin wan û ew jî alîkariya wî bajêrî bikin, “bersiva wan erênî bû.”

 
Mesrûr Barzanî dê li Amerîka ligel berpirsên Koşka Spî bicive

THURSDAY, 22 FEBRUARY 2018 22:02:02

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdanekê gihişt Amerîka û biryar e di wê serdanê de bi hejmarek ji berpirsên pilebilind ên wî welatî re bicive.

Rûsya: Divê hikûmeta Sûriyê ligel Kurdan gotûbêjan bike

WEDNESDAY, 21 FEBRUARY 2018 19:02:54

Ajans-KDP.info- Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku divê hikûmeta Sûriyê dest bi gotûbêja ligel Kurdan bike û got: “Tevgerên Amerîkayê yên ser veqetandina Kurdan ji Sûriyê, xizmeta çareseriyê nekir.”

 
Serok Barzanî û şanda ENKSê rewşa Efrînê gotûbêj kirin

WEDNESDAY, 21 FEBRUARY 2018 18:02:51

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî, li Selaheddîn pêşwazî li Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûrya (ENKS) kir û di wê civînê de rewşa Efrînê hat gotûbêjkirin.

 


 
© 2017 Kurdistan Democratic Party, KDP