Tilsqof-KDP.info- Pêkhate û partiyên Kurdistanî yên Deşta Neynewa ahenga rapirsiya Başûrê Kurdistanê ji bo serxwebûnê li nahiyeya Tilsqofê ya bajarokê Tilkêfê lidar xistin.
Yûsif Yelda, ku yak ji kesayetiyên wê navçeyê ye û yek ji rêkxerê wê ahenga ku îro Şemiyê ji bo piştgiriya referandumê hatibû lidarxistin, ji malpera KDP.info re ragihand: “Hemû pêkhateyên navçeyê û partiyên Kurdistanî yên Deşta Neynewa piştgiriya xwe ji bo referanduma Kurdistanê nîşan dan û hemûyan biryar dan ku dengê wan erê ji serxwebûna Kurdistanê re be.”
Yelda wiha got: “Beşdarbûyê ahengê tekez kirin ku tenê vegera navçeyên wan bo ser Herêma Kurdistanê dê garantiya parastina wan be.”