Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 17 APR 2024 01:48 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: Piştî gelek salên xebat û qurbanîdanê, em ber bi rawestgeha dawî diçin
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêncşembiyê bi helkevta hatina Cejna Qurbanê peyamek belav kir û tê de ragihand: “Piştî gelek salên xebat û qurbanîdanê, gelê me berev gihîştina bi rawestgeha dawî ya mafên xwe pêngavan dihavêje..”


Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di vê peyama xwe de prozbayiyên xwe pêşkêşî hemû malbatên şehîdan û tevahiya muslimanên Kurdistanê û cîhanê dike û hêvî dike, ku ew cejn bibe handerek ji bo xurtkirina pêkvejiyana ku di navbera pêkaheteyên olî û netewî yên Kurdistanê de heye.

Nêçîrvan Barzanî amaje bi rewşa Kurdistanê û deverê dike û dibêje, ku her çend rewşa deverê aloz e û Kurdistan di krîzan re derbas dibe, lê belê hêviya ku gelê Kurdistanê bigihîje tevahiya mafên xwe jî zêdetir bûye.

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de wiha dibêje: “Cejna Qurbanê di demekê de tê, ku hêşta Kurdistan û dever bi giştî di rewşeke aloz re derbas dibin û encama wan krîzên ku rastî Kurdistanê hatine, rewşeke nexwastî çê kirine, lê belê di heman demê de hêviyeke mezin bo gihîştina bi xwezî û mafên rewa yên gelê Kurdistanê di asoyê de tê dîtin û piştî gelek salên xebat û qurbanîdanê, gelê me berev gihîştina bi rawestgeha dawî ya mafên xwe pêngavan dihavêje.”

Di beşeke din a peyama xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje: “Yekîtî û yekrêzî û pêkvebûn û hevkariya navbera alî û pêkhateyên Kurdistanê, rêya me ya ji bo gihîştina bi armancan nêzîktir dike, ji ber vê jî hêvîdarim ku hemû pêkhate û aliyên Kurdistanê hestyariya rewşê û giringiya karkirina bi hev re, bi armanca gihîştina bi serkevtina yekcarekî û bi dest xistina tevahiya mafên gelê Kurdistanê, li ber çav bigirin û em hemû bi hev re hewl bidin, ku hemû arîşe û giriftan bi rêya diyalogê û têgihîştina ji hev çareser bikin û xwe ji qonaxa li pêş re amade bikin.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha tekez dike: “Bi vê hêviyê ku gelê Kurdistanê cejn û helkevtên li pêş di bin siya kurdistaneke gihîştî bi tevahiya mafên xwe û dûr ji şer û teror û aloziyê de bike û hemû xuşk û birayên me yên aware û penaberên hemû pêkhateyên netewî û olî bi serfirazî vegerin ser mal û warên xwe.”
 




Nûçeyên din

Serok Barzanî Sersala Êzdiyan pîroz kir

TUESDAY, 16 APRIL 2024 22:04:54

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi helkefta hatina cejna Sersala Êzdiyan peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û ragihand, “Xwişk û birayên Êzidî beşeke resen ê gelê Kurdistanê ne û di xweşî, serkeftin, êş û nexweşiyan de em hemû hevpar in.”

Balyozê Fransa: Em her hevsoz û piştevanê gelê Kurdistanê ne û pêwîst e mafên Kurdistanê bêne parastin

TUESDAY, 16 APRIL 2024 21:04:51

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 16ê Nîsana 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Patrick Durel Balyozê Fransa li Iraqê kir.

 

Nêçîrvan Barzanî: Sersala Êzdiyan pîroz be

TUESDAY, 16 APRIL 2024 21:04:20

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê sersala Êzdiyan li hemû xuşk û birayên me yên Êzdî û hevwelatiyên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim.

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Yekîtiya Ewrûpayê pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin

TUESDAY, 16 APRIL 2024 19:04:00

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 16.04.2024ê li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Thomas Siller Balyozê Yekîtiya Ewrûpayê li Iraqê kir.

 
Nêçîrvan Barzanî: Kîmyabarankirina ser Kurdistanê rûpeleke reş e di dîroka tawanbarên wê de û nîşana zilma li ser gelê me

TUESDAY, 16 APRIL 2024 19:04:49

Hewlêr-KDP.info- Îro 16ê Nîsanê di bîranîna (37) salvegera kîmyabarankirina Balîsan û Şêx Wasanan û Geliyê Xoşnawetiyê da, nemirî ji bo giyanê pakê şehîdan û silav li kesûkar û malbatên wan yên serbilind û hemû qurbanî û lêqewmiyên tawanên rejîma berê ya Iraqê bin. Em wan bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact